HDP’yiyên li Swîsre diherikin sindoqan
Dengdana duh li Swîsreyê destpê kir didome. Hilbijêrên HDP’ê yên dengên xwe bikar tînin bang li her kesî kirin ku dengên xwe bikar bînin.
Dengdana duh li Swîsreyê destpê kir didome. Hilbijêrên HDP’ê yên dengên xwe bikar tînin bang li her kesî kirin ku dengên xwe bikar bînin.
Dengdana duh li Swîsreyê destpê kir didome. Hilbijêrên HDP’ê yên dengên xwe bikar tînin bang li her kesî kirin ku dengên xwe bikar bînin. Di roja destpêkê de piraniya hilbijêrên dengên xwe bikar anîn HDP’yî bûn.
Ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê, hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li gelek navendên Ewropayê dijîn ji 8’ê Cotmehê ve diçin ser sindoqan û dengên xwe bikar tînin.
Ji duh ve hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn li Sefaretxaneya Bernê ya Tirkiyeyê, Konsolosxaneyên Zurîh û Cenevre dest bi dengdanê kirin.
SERKETIYÊ ROJA YEKEMÎN DÎSA HDP’E YE
Li sindoqên 3 navenda, roja destpêkê 737 hilbijêran dengê xwe bikar anîn, hate diyarkirin ku piraniya van hilbijêran kesên ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de dengê xwe dabûn HDP’ê ne.
Li ser sindoqan muşahîdên HDP’ê bi baldarî karên xwe dikin, dema dengdanê de ji bo bûyerên ne asayî dernekevin jî pir bi baldar in.
Hilbijêrên li Swîsreyê heta 25’ê Cotmehê, hemû rojan saet di navbera 10.00-19.00’an de dikarin biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
‘PÊWÎST E DI NAV HER ŞERT Û MERCÎ DE BIÇIN SER SINDOQAN’
Hilbijêrên HDP’ê yên ji bo dengdanê çûn ser sindoqan, bang kirin ku divê her kes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikar bîne. Hilbijêran diyar kirin ku ev hilbijartinên 1’ê Mijdarê wek referandûma şer û aştiyê ye, ji bo pêşeroja gelên Tirkiyeyê, pêwîst e her kesê li Ewropayê dijîn di nav her şert û mercî de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.