Li Îdirê binçavkirin hatin protestokirin
Li Îdirî binçavkirina bijartiyan hat protestokirin.
Li Îdirî binçavkirina bijartiyan hat protestokirin.
Li Îdirê danê sibehê di serdegirtinên malan de Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder jî di nav de 9 bijartiyên DBP’yî bi hinceta “tevlî çalakiya mertalên zindî bûne” hatin binçavkirin. Bi sedan kesên li ber avahiya DBP’ê ya Îdirê kom bûn, ber bi buroya hilbijartinê ya Îdirê ve dest bi meşê kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Emîn Adiyaman jî tevlî meşê bû.
'OPERASYONA ANTÎ DEMOKRATÎK'
Adiyaman ê piştî meşê daxuyanî da got: "Îro bijartiyên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin û gel rayeya ku nûnertiya wan bikin hilbijartine bi operasyoneke antî demokratîk di serdegirtina malan de hatine binçavkirin.” Adiyaman diyar kir ku Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder her wiha parêzer e jî û wiha axivî: “Di kontrola mala Onder de hiqûq binpê kirin. Li gor zagona parêzertiyê û daraza cezayê, pêwîst e ji bo kontrolkirina mala parêzer, dozger an jî ji baroyê parêzerek di kontrolkirinê de amade be. Lê Onder hate binçavkirin, mala wê jî bê ku ti nûnerên ji baroyê an jî dozger amade bin, hate kontrolkirin.”
KESÊN HATIN BINÇAVKIRIN
Li Îdirê kesên hatin binçavkirin ev in: “Hevşaredara Îdirê Şaziye Onder, Hevşaredarê Tozan Mehmet Gultekîn, Hevşaredarê Xoşxeber Alî Çam, Hevserokê Meclîsa Giştî ya Bajar A. Kadîr Ozsûlar, Hevseroka berê ya Bajarê Îdirê ya DBP’ê Zubeyde Kanar, Endamên Meclîsa Şaredariya Bajêr Temûr Kavlî û Saniye Çark, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr M. Siddik Kirang û Rêveberê Navçeya Tozan ya DBP’ê Huseyîn Yîgît.”