HDK: Ji bo ked, aştî, demokrasiyê mîtînga Enqereyê!
HDK’e banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî, Aştî, Ked a li Enqereyê kir.
HDK’e banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî, Aştî, Ked a li Enqereyê kir.
Desteya Rêveber a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), daxuyaniyek nivîskî weşand, banga tevlîbûna Mîtînga Demokrasî, Aştî, Ked a wê 10’ê Cotmehê li Enqereyê bê lidarxistin, kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev axa bi xwîn û rondikan tê avdan. Sekvan zarokan qetil dikin, ciwanên 28 gule li bedena wan dikevin li pey panzeran ve tên kaşkirin. Bajar, tax tên dorpêçkirin, tank û top li ser xaniyan tên barandin, gule li ser mirovan tên reşandin. Weke faşîstên DAIŞ’ê, qirikên mirovan jê dikin û qetil dikin.
'WERIN, JI BO EM ŞER BISEKINÎNIN EM BÊN GEL HEV!'
Werin, ji bo em bi hev re êrîşên faşîst nîjadperest, komkujiyan , şer bisekinînin, em di 10’ê Cotmehê de li mîtînga Enqereyê bên gel hev. Ji bo aştî û azadiyê, ji çar aliyan em li Enqereyê mil bi mil bimeşin! Ji bo aştî, wekhevî, xwişk û biratiyê em li hember şerê Qesrê, ji bo avakirina aştiya gelan bimeşin!”
BANGA MÎTÎNGÊ
HDK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku 10’ê Cotmehê 2015, roja Şemiyê, bi dirûşma, “Li hemberî şer, aştî niha” bang li hêzên demokrasiyê kir ku li Enqereyê tevlî Mîtînga Demokrasî, Aştî, Kedê bibin.