ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di komkujiya Enqereyê de 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
Maseya krîzê ya HDP’ê, diyar kir ku 128 kesan di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane. -
Mîtînga HDP’ê ya Hollandayê veguherî protestoya komkujiyê
Li qada Malîeveld a bajarê Den Haag ê Hollandayê ya dihat payîn mîtînga “Ji şer na, aştî niha” çêbiba, ji ber komkujiya Enqereyê veguherî protestoyê. -
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Dîsa dîsa aştî
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê ya têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyanî da got: “Em ê ti carî dest ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedin. Dîsa dîsa aştî.” -
Li Nurnbergê ji ber komkujiya Enqereyê hêrsa mezin
Komkujiya Enqereyê li bajarê Nurnberg ê Elmanya bi meşekê hat protestokirin. -
Bi dagirkirina balafirgeha Schipol a Amsterdam komkujiya Enqereyê hat protestokirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Amsterdam ê Hollanda dijîn, bi dagirkirina balafirgeha Schîpol komkujiya Enqereyê protesto kirin. -
Wê cenaze sibe ji Sihhiye bên oxirkirin
Sibe li nêzî cihê komkujiyê wê qerenfîl bên danîn, kedkarên hatine qetilkirin wê ji Sihhiye bên oxirkirin. -
HDP: Em nahêlin ser van komkujiyan bigirin
HDP’ê di daxuyaniya xwe ya têkîldarî komkujiya Enqereyê de got ku ev êrîşeke ji bo ziman û gotinên aştiyê gelemperî nebin û negihêje serketinê ye. -
YPG’ê li Şêxmeqsûd rêya çeteyan çalakî li ser pêk dianîn azad kir
Hêzên YPG’ê rêyeke leşkerî ya komên çete yên El-Nusra li Helebê bikar dianîn xistin destê xwe, her wiha çeteyek hate kuştin. -
Li Rouenê Kurd û Fransiyan komkujiya Enqereyê protesto kirin
Li bajarê Rouen ê Fransayê komkujiya Enqereyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat protestokirin. -
Bi hezaran kesan li Frankfurtê komkujî protesto kirin
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê komkujiya Enqereyê hat protestokirin. Di meşa ku li Bockenheimer Warte destpê kir, Kurdistanî û dostên wan ên ji Frankfurt, Gießen, Darmstadt, Mainz û derdora wê jî hatin tevlî meşê bûn. -
Li Kolnê komkujiya li Enqereyê hat protestokirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşek girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin. -
Li Kurdistanê gel daket qadan, hesab ji Erdogan û AKP’ê pirsîn
Li gelek bajarên Kurdistanê gel daket kolanan û komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar kirin. Gelê daket kolanan bertek nîşanî AKP'ê û Erdogan dan û diyar kirin ku berpirsiyarê vê komkujiyê Erdogan û AKP ye. -
Dirûşma ‘Qatil Erdogan’ li Swîsreyê deng veda
5 hezar kesên li Swîsreyê derketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Hat qîrkirin ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan e. -
Nasnameya 52 kesên di komkujiya Enqereyê de hatin qetilkirin diyar bû
Nasnameya 52 kesên di komkujiya mîtînga aştiyê ya li Enqereyê pêk hat de hatin qetilkirin diyar bû. Di nava kesên hatin qetilkirin de ji Kurdistan, Tirkiye û şoreşgerên Fîlîstinî jî hene. -
Li Başûrê Kurdistanê di êrîşên li hember gel de 1 jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
Di çalakiyên Başûrê Kurdistanê yên vê êvarê de hêzên ewlekariyê êrîşî gel kirin. Di van êrîşan de li gor agahiyên hatin wergirtin li Kelar 2 û li Qeladizê zarokek hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar in. -
Kesên li Îzmîrê komkujî protesto kirin hatin binçavkirin
Polîsan li Îzmirê êrîşî kesên komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar kirin kir û gelek kes binçav kirin. -
Hezaran li Parîsê komkujiya Enqere şermezar kir
Komkujiya Enqereyê li Parîsê bi tevlîbûna hezaran hat protestokirin. -
Bombe bi TNT’ê hatiye zexmkirin
Derket holê ku bombeyên zindî yên di mîtinga Aştiyê ya Enqereyê de hat teqandin wekî bombeya li Pirsûsê bi bi TNT'ê hatibû zexmkirin û hatine teqandin in. Reng, şekil û pîvana bombeya li Pirsûsê hat teqandin û li Enqereyê hatin teqandin wekî hev in. -
Komkujiya li Enqereyê li Graz hat protestokirin
Li gelek bajarên Ewropayê nerazîbûnên li hember komkujiya li Enqereyê didomin. Li bajarê Graz ê Awûstûryayê komkujî hat protestokirin. -
Komkujiya li Enqereyê li Swêd hat protestokirin
Komkujiya li Enqereyê li bajarê Gävle yê Swêd ji aliyê Kurdistaniyan ve hat protestokirin. -
Polîsan protestoya li Îzmîrê asteng kirin
Li Îzmîrê polîs kesên komkujiya li Enqereyê şermezar dikin asteng dike. -
Fîncanci: Bombe weke ya li Pirsûsê ye
Hat diyarkirin ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê du kesan ve hatiye kirin, yek ji wan mêr e. Pispora Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ya li qadê lêkolîn kir got ku êrîşa bombeyên zindî ye. -
FEDA û CÎK: Em dersekê bidin zalim û zebaniyan!
FEDA û CÎK daxuyanî dan û bal kişandin ser berpirsiyariya dewletê ya di komkujiya Enqereyê de. Di daxuyaniyê de banga berxwedanê û di 1’ê Mijdarê de jî hesabpirsînê kirin. -
Rêveberê HDP'ê yê Gebzeyê Ziya Saygin jî jiyana xwe ji dest da
Rêveberê HDP'ê yê Gebzeyê Ziya Saygin ê di komkujiya li Enqereyê de birîndar bû jî jiyana xwe ji dest da. -
516 kes li nexweşxaneyên Enqereyê tên tedawîkirin
Di encama êrîşa li hemberî "Mîtînga Aştiyê" de 516 kes birîndar bûn û li nexweşxaneyên Enqere yên cuda tên dermankirin.