Dirûşma ‘Qatil Erdogan’ li Swîsreyê deng veda
5 hezar kesên li Swîsreyê derketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Hat qîrkirin ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan e.
5 hezar kesên li Swîsreyê derketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Hat qîrkirin ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan e.
5 hezar kesên li Swîsreyê derketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Hat qîrkirin ku berpirasyarê komkujiyê AKP û Erdogan e.
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (DEM-KURD) û Tevgera Jinan a Swîsre de 5 hezar kesên daketin qadan bi meşekê komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Di meşê de li gel pêkhateyên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Swîsre, PYD, çep û sosyalîstên Tirkiyeyî û Swîsreyê jî destek dan meşê. Meş bi dirûşman li ser cadeyên herî qerebalix ên Zurîhê pêk hat.
Piştî meşê girse vegeriya cihê meşê destpê kir Helvetiaplatz û mîtîngek pêk anî. Di mîtîngê de li ser navê DEM-KURD’ê Fûat Komur axaftinek kir û komkujiya li Enqereyê bi tundî protesto kir.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
CENEVRE, BASEL
Li gel vê li bajarê Cenevre yê Swîsreyê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Cenevre de meşek hat lidarxistin. Di meşa lu rêxistinên Swîsreyî jî piştgirî dan, li hember kesên komkujiya li Enqereyê pêk anîn hêrs hebû. Bi sedan kesên li ber Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn bi dirûşman Erdogan û AKP wek berpirsyarê komkujiyê nîşan dan.
Girse paşê ji ber NY heta qada Postaxaneyê ya li navenda bajêr meşek li dar xist. Parêzer Olîvîer Peter li vir li ser navê girseyê axaftinek kir. Peter diyar kir ku berpirsyarê komkujiyê Erdogan û AKP ne yên ku li ser gelên Tirkiyeyê şer ferz dikin.
Dîsa bi sedan kesên li Baselê derketin qadan jî komkujî lanet kirin.