Fîncanci: Bombe weke ya li Pirsûsê ye

Hat diyarkirin ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê du kesan ve hatiye kirin, yek ji wan mêr e. Pispora Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ya li qadê lêkolîn kir got ku êrîşa bombeyên zindî ye.

Hat diyarkirin ku komkujiya li Enqereyê ji aliyê du kesan ve hatiye kirin, yek ji wan mêr e. Pispora Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ya li qadê lêkolîn kir got ku êrîşa bombeyên zindî ye.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, êrîş ji aliyê du kesan ve pêk hatiye yek ji êrîşkaran mêr e.

Di dema lêkolîna qadê de li gor agahiyên ji parêzeran hatin wergirtin, di nav cenazeyên li qadê bedena du kesan bûye du parçe û hat diyarkirin ku ev her du kes ji sedî sed êrîşkar in. Pispora Tipa Edlî Şebnem Korûr Fîncanci ya li qadê lêkolîn kir got ku êrîşa bombeyên zindî ye û bombe weke ya li Pirsûsê ye.