Li Kurdistanê gel daket qadan, hesab ji Erdogan û AKP’ê pirsîn

Li gelek bajarên Kurdistanê gel daket kolanan û komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar kirin. Gelê daket kolanan bertek nîşanî AKP'ê û Erdogan dan û diyar kirin ku berpirsiyarê vê komkujiyê Erdogan û AKP ye.

Li gelek bajarên Kurdistanê gel daket kolanan û komkujiya li Enqereyê li dijî mîtînga aştiyê pêk hat şermezar kirin. Gelê daket kolanan bertek nîşanî AKP'ê û Erdogan dan û diyar kirin ku berpirsiyarê vê komkujiyê Erdogan û AKP ye.

Li Amed, Mêrdîn, Êlih, Xerpêt, Wan û Sêrtê saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên HDP û DBP'ê bi girseyî komkujiya li Enqereyê li dijî aştiyê pêk hat şermezar kirin. Girsê di çalakiyan de pankart, dowîzên komkujiyê şermezar dikin vekir û siloganên ku Hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan şermezar dikin berz kirin.

AMED

Li Amed û navçeyên Erxenî yên Amedê komkujiya li dijî mîtinga aştiyê bi girseyî hat şermezar kirin. Bi sedan kes li Parka Rojava ya Amedê kom bûn û komkujî şermezar kirin. Li navçeya Erxenî ya Amedê jî bi hezaran endam û rêveberên DBP, HDP û ESP'ê li ber avahiya HDP'ê kom bûn û meşiyan. Girse heta Konaxa hikûmetê meşiya û bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin.

Li hemû tax û navçeyên navendî yên Amedê jî di saetên êvarî de welatî li kolan, tax û malên xwe çalakiya dengderxistinê pêk anî. Welatiyên beroj û tawe xistin destê xwe bi kevçiyan û berojan deng derxistin û hêrsa xwe anîn ziman.

XERPÊT

Bloka Xerpêt Aştiyê Dixwaze jî li Garaja Hozatê kom bûn û bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir. Di daxuyaniyê de endam û rêveberên HDP, DBP, EMEP, DHF û TOMM'ê kom bûn û pankarta reş rakirin. Berdevkê KESK'ê yê Xerpêtê Alî Erdem, daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

ÊLIH

Li Êlihê jî girse li ber avahiya HDP'ê kom bûn û çalakî pêk anîn. Girseya ku li ber HDP'ê kom bûn xwestin bimeşin Parka Ataturkê û rastî astengiya polîsan hatin. Girseya di meşê de israr kir rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid hat. Girsê li hemberî êrîşa polîsan li Dortyolê barîkat danîn û rê li trafîkê girtin. Wekîlên HDP'ê yên Êlihê Saadet Becerikli û Ayşe Acar Başaran jî beşdar bûn. Polîsan cara duyemîn êrîş pêk anî û gelek kes binçav kirin. Dema polîsan Hamza Kizilpinar binçav kirin û birin midûriyetê destekî wî şikandin. Piştî li gel êrîşan hêjmara girsê zêde bû, polîsan xwe paşve kişand. Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Abdulbari Karaagaç, bang li gelê Êlihê kir û xwest jiyanê rawestînin.

MÊRDÎN

Li navçeyên Qoser û Nisêbînê jî gel daket kolanan û çalakî pêk anîn. Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Qoserê bi girseyî daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. Girse li Qada Azadiyê kom bûn û daxuyanî dan. Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar ji beşdar bû.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî girse li Parka Aştiyê li hev kom bûn û çalakî pêk anîn. Li ser navê komê Nûnerê Egitim Senê Kadri Baysal, daxuyanî da û komkujî şermezar kir. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

SÊRT

Li Sêrtê jî Şaredariya Sêrtê bi boneya komkujiya li Enqereyê şermezar bike pankarta reş bi avahiya şaredariyê dakirin.

WAN

Gelê Wanê jî bi armanca şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li hemberî mitînga aştiyê ya li Enqere pêk hat çalakiyan deng derxistin pêk anî. Welatiyên ku li taxên Wanê hatin cem hev bi kevçiyan li tawe û beroşan xistin û çalakiya dengderxistinê pêk anî.