Bi dagirkirina balafirgeha Schipol a Amsterdam komkujiya Enqereyê hat protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Amsterdam ê Hollanda dijîn, bi dagirkirina balafirgeha Schîpol komkujiya Enqereyê protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Amsterdam ê Hollanda dijîn, bi dagirkirina balafirgeha Schîpol komkujiya Enqereyê protesto kirin. Girseyeke qerebalix tevlî çalakiyê bû. Di çalakiya ku nêzî saetekê dewam kir, qatil Erdogan û desthilatdariya wî ya faşîst hat teşhîrkirin. Girseyê bi yek dengî dirûşma, “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Wê Kurdistan ji Faşîzmê re bibe goristan” got

Di çalakiya ku rastî eleqeyeke zêde hat, li hemberî komkujiyê raya giştî hat avakirin. 

...