Li Nurnbergê ji ber komkujiya Enqereyê hêrsa mezin

Komkujiya Enqereyê li bajarê Nurnberg ê Elmanya bi meşekê hat protestokirin.

Komkujiya Enqereyê li bajarê Nunberg ê Elmanya bi meşekê hat protestokirin. Meşa li pêşiya Korenzkîrche destpê kir bi tevlîbûna hêzên demokratîk, şoreşger, çepên Tirkiyeyî yên Nurnbergê, rêxistinên çepên Elman, partiya çep pêk hat.

Di axaftina li ser navê HDP Nunbergê de wiha hat gotin: “Vê komkujiya, hêzên êrîşê yên taybet ên AKP’ê plan kirin. Çawa Roboskî, Amed, Edene, Mersîn û gelek bajarên Kurdistanê bi plan di nav xwînê de hiştin, her wiha Enqere jî bi heman şewazî plan kirin û xwîn lê herikandin.”

Hate ziman ku çi dibe bila bibe lê ji bo desthilatiyê bi dest bixin wê her tiştî bikin, ji bo bixapînin jî navê DAIŞ’ê bikar tînin, lê kes nema bi van dixape.

Hate destnîşankirin ku di pişta vê komkujiyê de AKP û bi taybet jî dîktatorê faşîst Erdogan heye.

Di daxuyaniya ser navê Navenda Çanda Elewiyan a Nunberg de hat ragihandin ku li hember komkujiyan divê giştî demokrat, pêşverû, kêmar, Elewî di çarçoveya projeya HDP’ê de xwe bikin yek.

Di axaftinê de wiha hate gotin: “Pêwîst e em xwe bikin yek. Divê li Tirkiyeyê, tevahî Elewî, kêmar, Kurd, Tirk, li hemberî AKP’ê werin gel hev û yekîtiya herî mezin û bihevrebûnê ava bikin.”

Di meşê de gelek partiyên siyasî û nûnerê rêxistinan axivîn. Di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Li hember faşîzmê mil bi mil”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî”, “Bijî Rojava”, “Lêxe gerîla lêxe, zaliman bin erdê xwe” hatin gotin.

Meş li pêşiya Yekîtiya Sendîkayên Elman bi dawî bû.

...