YPG’ê li Şêxmeqsûd rêya çeteyan çalakî li ser pêk dianîn azad kir
Hêzên YPG’ê rêyeke leşkerî ya komên çete yên El-Nusra li Helebê bikar dianîn xistin destê xwe, her wiha çeteyek hate kuştin.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê hêzên YPG’ê îro di saetên êvarê de rêya di navbera Çerxeriya Cendûl û Kastêlo ya li bakur-rojhilatê Taxa Şêxmeqsûd xistin dest. Komên çete yên El-Nusra di êrîşên xwe de rêya behsa mijarê wekî rêya teqwiyê bikar dianîn.
Di heman demê de hêzên YPG’ê li herêma di navbera Bustan Paşa û Çerxeriya Cendûl a rojhilatê taxê jî çalakiyek li dijî komên çete yên El-Nusra lidar xist. Di çalakiyê de wesayîteke çeteyan hate rûxandin.
Li aliyê din jî şervanên YPG’ê îro di saetên êvarê de li ser rêya Cendûl û Kasêlo yên li bakur-rojhilatê Helebê wesayîteke cebilxaneyê ya çeteyên El-Nusra bi çekên giran hedef girtin. Di encama çalakiyê de wesayîta çeteyan bi temamî hate rûxandin. Şervanên YPG’ê li heman herêmê çeteyekî El-Nusra kuştin.