ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dihê 16 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Dihê ya Sêrtê hejmara kesên di serdagirtina malan de hatin binçav kirin Hevşaredara Dihê Eda Kîlîs jî di nav gihîşt 16 kesan. -
Gaziyê Pirsûsê Yuzgeç: Min heman bêhna şewatê li Enqereyê hîs kir
Hevserokê SGDF Yuzgeç ji komkujiya Pirsûsê birîndar rizgar bibû û duh li Enqereyê bu şahidê komkujiya Enqereyê got: “Av avêtin ser cenazeyên me, gaz avêtin. Me birîndarên xwe radikir, polîsan êrîşî me kirin. Wek Pirsûsê bû.” -
Cenazeyên Bagişçilar û Akman ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin defnkirin
Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan cenazeyê Nîzamettîn Bagişcilar li Manîsa, cenazeyê Gokhan Akman jî li Denîzlî bi merasîman spartin axê. -
Ji hiqûqnasan biryara ‘boykota rûniştinan'
Rêxistinên ked û pîşeyî bi boneya komkujiya li Enqereyê pêk hat şermezar bikin wê di 12-13'ê Cotmehê de çalakiya grevê pêk bînin. Parêzeran jî diyar kirin ku wê piştgiriyê bidin çalakiyê û 2 rojan dadgehan boykot bikin. -
Karşiyaka 3 şehîdên xwe hembêz kir
Cenazeyên endamên GYK a EMEP’ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn û Uygar Coşkun ên di komkujiya Enqereyê de şehîd ketin piştî merasîma li Batikent li Goristana Karşiyaka spartin axê. -
‘Kesê bi êşên me dikene ne wezîrê me ye’
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş malbat ziyaret kirin û diyar kir ku qatil hikûmet e. Demîrtaş, anî ziman ku ger li welatekî hin kes bigirîn û hin kesên din bikenin li wî welatî biratî pêk nayê. -
Otopsiya 84 kesan temam bû
Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan otopsiya 84 kesan temam bû -
Hevseroka SGDF Sadet: Li hember komkujiyan, Qesrê boykot
Xwendekaran bi “boykot”ê piştgirî dan banga greva du rojan a konfederasyona karker û memûran. Hevseroka SGDF Ozgen Sadet got: "Li Amed, Pirsûs, Enqereyê li hember Qesrê em sibe di boykotê de ne.” -
3 'şehîdên aştiyê' li Karşiyaka tên oxirkirin
Cenazeyên endamên GYK a EMEP’ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn û Uygar Coşkun ên di komkujiya Enqereyê de şehîd ketin piştî merasîma li Batikent birin Goristana Karşiyaka. -
Şahidên komkujiyê: Êrîşa polîsan hejmara miriyan zêdetir kir
‘Heta çend deqeyan jî polîsên li derdorê ne diyar bûn, piştî teqînê weke ji berê ve hatibûn amadekirin, derketin holê û êrîş birin ser birîndaran û girseyê.’ -
Êrîşên artêşa Tirk ên li hember herêmên gerîla didomin
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev qada Gundê Filleha a girêdayî Zapê, saet di navbera 01.30 - 02.30’î de jî gundê Yekmalê yê girêdayî Metîna bombe kirin. -
Êrîşên çeteyên El Nusra yên li hember Şêxmeqsûd didomin
Navenda Çapemenî û Ragihandina YPG’ê der barê şerê li Taxa Şêxmeqsûdê de daxuyaniyek nivîskî weşand. YPG’ê diyar kir ku êrîşên bi serkêşiya çeteyên El Nusra li hember Taxa Şêxmeqsûd a Halebê pêk tên, didomin. -
Ji Komalên Ciwan berteka komkujiya Enqereyê
Koordînasyona Komalên Ciwan der barê komkujiya Enqereyê daxuyaniyek tund weşand. Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku dewleta Tirk û DAIŞ heman tişt in. -
DBP: Em her cihî veguherînin qadên berxwedanê!
Rêxistina DBP’ê ya Amedê li hemberî komkujiya li Enqereyê banga çalakiyê kir. -
Li Ewropayê hilbijêrên HDP’ê diherikin ser sindoqan
Hilbijêrên HDP’ê yên li Stuttgartê dawiya hefteyê dinirxînin diherikin ser sindoqan. -
Li Kerboranê teqîn
Li navçeya Kerboranê ya qedexeya derketina kolanan lê heyî teqînek mezin pêk hat. Têkildarî mirin û birîndaran ti agahî nehatin girtin û heyeta HDP'ê ya hewl dide biçe navçeyê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hat astengkirin. -
Nivîskar Solgûn: Pêwîst e Wezîrê Karên Hundir tavilê îstîfa bike
Nivîskar Cafer Solgûn ê têkildarî êrîşa bombeyî ya li hember Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê axivî, got ku pêwîst e tavilê Wezîrê Karên Hundir û saziyên pêwendîdar îstîfa bikin. -
Demîrtaş: Em ê teqez hesab bipirsin
Bi deh hezaran kes ji bo kesên hatin qetilkirin bibîr bînin û bi rê bikin li Sihhiye kom bûn. Demîrtaş ê li vir xîtabî gel kir got: “Îro em di şînê de ne bi hêrs û xemgîn in. Em ê teqez hesab bipirsin." -
3 'şehîdên aştiyê' ji Batikentê tên oxikirin
Endamê GYK a EMEP'ê Korkmaz Tedîk û Sevgî Oztekîn, Ûygar Coşkûn ên li Enqereyê hatin qetilkirin, ji Batikentê bên oxikirin. -
Ciwanan li Baselê komkujiya li Enqereyê şermezar kirin
Li bajarê Swîsre baselê, endamên Ciwanên Azad duh bi şev meşiyan û komkujiya li Enqereyê şermezar kirin. -
Hatîp Dîcle: Komkujiya Enqereyê bi hevpariya zîhniyeta AKP û DAIŞ'ê pêk hat
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, der barê komkujiya li Enqereyê de daxuyaniyek da û got, "Yê ku li Kobanê komkujî kir, yê ku li Pirsûsê jiyana ciwanan çilmisand û yê ku li Enqereyê komkujî kir, yek e." -
Komkujiya li Enqereyê li Sydney hat protestokirin
Gelên li Sydney hatin gel hev, komkujiya li Enqereyê protesto kirin. -
Komkujî li Elmanya û Fransayê hat şermezarkirin
Komkujiya li Enqereyê, ku herî kêm 128 kesan jiyana xwe ji dest dan, li derveyî welat jî bi çalakiyan tê şermezarkirin. -
'Berpirsyarê xwîna tê rijandin Qesr û gladyoya wê ye'
Gelên li Zurîchê beşdarî çalakiya protestokirina komkujiya li Enqereyê bûn destnîşan kirin, ku berpirsyarê komkujiyê AKP û Erdogan ne. -
Navên 120 kesên hatin qetilkirin
Nasnameyên 120 kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin aşkerakirin.