DBP: Em her cihî veguherînin qadên berxwedanê!

Rêxistina DBP’ê ya Amedê li hemberî komkujiya li Enqereyê banga çalakiyê kir.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê li hemberî komkujiya li Enqereyê banga çalakiyê kir.

Rêxistina DBP’ê ya Amedê têkildarî komkujiya li Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşand, diyar kir ku kesên li Enqereyê aştî dixwestin ji aliyê Gladyoya AKP û Qesrê hatine qetilkirin û got: "Em bang li gelê xwe dikin, her êvar saet 20.00’an derkevin ber derî li beroşan bidin, deng derxin, li korneyan bidin, lambeyan pêxin û vemirînin.”

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em bang li tevayî gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê, alîgirên demokrasî û aştiyê, her kesê ji xwe dibêje ez mirov im, kesên wijdan û exlaq bi wan re dikin ku çalakiyên xwe yên demokratîk û rewa pêk bînin, her cihî veguherînin qada berxwedana demokratîk û têkoşînê.”