Otopsiya 84 kesan temam bû
Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan otopsiya 84 kesan temam bû
Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan otopsiya 84 kesan temam bû
Ji kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan otopsiya 84 kesan temam bû
Malbatên kesên di êrîşa mîtînga aştiyê ya duh li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li ber Saziya Tipa Edlî ne. Heta niha otopsiya 84 kesan temam bû. Ji wan cenazeyê 77 kesan radestî malbatan hatin kirin. Her wiha hê jî cenazeyê kesên jiyana xwe ji dest dane ji nexweşxaneyên derdorê tînin Saziya Tipa Edlî.
Li gel vê kesên li ber Saziya Tipa Edlî li benda cenazeyên xizmên xwe ne bi dirûşmên, “Wê dewleta qatil hesap bide” û “Qatil Erdogan” nerazîbûna xwe didomînin. Li ber Saziya Tipa Edlî her ku wesayîta cenazeyan derdikeve welatiyên li wir rêzgirtinê dikin û cenazeyan ber bi bajarên wan ve oxir dikin.