Hevseroka SGDF Sadet: Li hember komkujiyan, Qesrê boykot

Xwendekaran bi “boykot”ê piştgirî dan banga greva du rojan a konfederasyona karker û memûran. Hevseroka SGDF Ozgen Sadet got: "Li Amed, Pirsûs, Enqereyê li hember Qesrê em sibe di boykotê de ne.”

Xwendekaran bi “boykot”ê piştgirî dan banga greva du rojan a konfederasyona karker û memûran. Hevseroka SGDF Ozgen Sadet got: "Li Amed, Pirsûs, Enqereyê li hember Qesrê em sibe di boykotê de ne.”

Hevseroka Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst Ozgen Sadet, li hember komkujiya duh rû da banga boykotê li hemû xwendekarên Lîse û zanîngehan kir û got: "Li Amed, Pirsûs, Enqereyê li hember Qesrê em sibe di boykotê de ne.”

Sadet anî ziman ku piştgiriyê didin biryara greva du rojan a sendîkayan li hember komkujiyê û wiha dewam kir: "Wek SGDF li her qadên em lê, li zanîngehan û lîseyan banga boykotê li hemû ciwanan dikin. Karker û kedkar ku li hember Qesrê wê jiyanê rawestînin, em ê bi boykotê jiyanê rawestînin."