Li Gever û Dêrsimê çalakiyên bi bandor
Gerîlayên HPG’ê saetên vê sibehê li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yek jê bi paye 7 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê saetên vê sibehê li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yek jê bi paye 7 leşker hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê saetên vê sibehê li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de yek jê bi paye 7 leşker hatin kuştin. Gerîlayên HPG’ê û TÎKKO li Dêrsimê li hember qereqola Geyîksû ji 3 baskan çalakî li dar xistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya weşand de got: “10’ê Cotmehê (îro) saet 07.40'î li hember qereqola Perîxanê ya li qada Bajargeh a girêdayî Gever a Colemêrgê, hêzên me yên gerîla çalakiyek li dar xistine. 7 leşkerên li baxçeyê Qereqolê ji nêz ve bi çekên nîv otomatîk, ferdî û sûîqestê hedef hatine girtin, yek jê bi paye 7 leşker hatine kuştin. Dîsa leşkerekî ku ber bi çeka A-4 ve diçû hat kuştin. Di heman demê de avahiya qerqolê, çepera termal, konteynir û nizamiye jî hedef hatiye girtin. piştî çalakiyê leşkeran bi çekên giran derdor gulebaran kirine, bi helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirine. Ev çalakî bi wesîlesalvegera komploya navneteweyî, bîranîna Şehîd Şiyar, Şehîd Baz, Şehîd Bahoz û gerîlayên me yên li Qerqelî şehîd bûne hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yên çalakî li dar xistin bi saxlemî vegeriyane cihên xwe.
LI HEMBERÎ LEŞKERÊN QEREQOLA GOMAN ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
9’ê Cotmehê saet di navbera 14.30 - 15.00’an de li hember leşkerên qereqola Goman a li ser xeta Xakurkê gerîlayên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerek hat kuştin. Bi vê çalakiya sûîqestê re, gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li qereqolê dane. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalê me Erdalan Şaho yê 4’ê Cotmehê li Şemzînanê şehîd ket pêk hat.
9’ê Cotmehê saet 17.45’an hêzên gerîlayên me li hember nîzamiya qereqola Radyolog a li xeta sînorê herêma Xakûrkê çalakiyek li dar xistin. Heman demê de çeperekî 4 leşker tê de jî bi çekên giran bû hedef û çeper hat îmhakirin. Piştî çalakiyê hejmara mirî û birîndaran nehate zelalkirin, 2 wesayîtên zirxî li pêşiya nîzamiyê û di çeper de mirî û birîndarên xwe rakir.
9’ê Cotmehê saet 11.00’an 7 wesayîtên zirxê yên ji navçeya Şemzînan a Colemêrgê diçûn qereqola Şapatanê ji bo keşfê sekinîbûn. Hêzên gerîlayên me wesayîta zirxî û leşkerên ser rê kirin hedef û bi bandor lê dan. Bi lêdanê ve konvoyê berê xwe da Dola Bermêşa. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi obus, hawan û tankan ve bomberdûman kir.
LI RÊYA ÇELÊ Û SILEHÊ KONTROLA NASNAMEYAN
9’ê Cotmehê saet di navbera 18.00-19.00’an de hêzên gerîlayên me rêyên navbera Çelê ya Colemêrgê û Silehê xistin bin kontrolê. Li vir kontrolkirina nasnameyan kirin û der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin. Dema kontrolkirinê de ji 2 kesên ku erzak ji qereqolan re dibirin hişyariyê pêwîst hatin kirin û serbest hatin berdan.
4’ê Îlonê di encama bomberdûmanên hawan û obusan yên li hember herêma Bînbîr a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de me şehadeta 3 hevalên xwe duh ragihandibû. Li vê herêmê di dema êrîşan de bi hevala Zelal Mûnzûr jî têkîlî qut bibûn. Hevala Zelal Mûnzûr jî di van êrîşana de şehît ketiye.
9’ê Cotmehê saet 14.00’an qemyonek şîrketa Înterkon ya girêdayî navçeya Berwarî ya Sêrtê, dema ji qereqola Sîrya re bar dibirin li navbera gundê Erûh û Kevzînê tîmek gerîlayê me ew dan sekinandin, ajokarê wê hat hişyarkirin û serbest hate berdan. Wesayît jî hate şewitandin. Ev yekîneya me bi sexlemî vegeriya bargehên xwe.
9’ê Cotmehê li navbera gundên Babik û Merîbê yên girêdayî navçeya Hênê ya Amedê, artêşa TC dest bi operasyonekê kir. Cerdevanên gundê Merîvê jî tevlî vê operasyonê bûn. Operasyona bê encam di saetên êvarî de vekişiya.
TIRÊN KU BETON JI BENDAVA FARQÎNÊ RE DIBIRIN HATIN ŞEWITANDIN
9’ê Cotmehê saet di navbera 09.00-10.00’an de hêzên gerîlayên me 7 TIR ên ji bendava Farqînê re beton dibirin dan sekinandin, ajokar hatin hişyarkirin û serbest hatin berdan, her 7 TIR jî bi şewitandinê hatin îmhakirin.
9’ê Cotmehê saet 18.00’an hêzên gerîlayên me li ser rêya Amed-Hênê çalakiya kontrola rê li dar xistin. Di çalakiyê de nêzî 70 wesayît kom bûn, der barê pêvajoyê de gel hat agahdarkirin. Wesayîta ku polîs û malabata wî tê de nesekinî, li ser wê guleyên hişyariyê hatin avêtin, lê tevî wê jî wesayît nesekinî. Polîsê (Salîh Eroglû) di wesayîtê de bi sûîqestê ve hate kuştin. Malbata polîs ji cihê bûyerê hate şandin.
LI DÊRSIMÊ LI HEMBER QEREQOLÊ JI GERÎLAYÊN HPG Û TÎKKOYÊ ÇALAKÎ
9’ê Cotmehê saet 11.00’an di kontrolên rêya Dêrsim-Pilûrê de wesayîtek polîsan a Omer Altûn hate desteserkirin. Di vê wesayîtê de, çekek pompeyî û guleyên wê, tabanca û guleyên wê û malzemeyên polîsan hatin desteserkirin.
10’ê Cotmehê (îro) saet 07.15’an, hêzên gerîlayên me û gerîlayên TIKKO ji sê baskan ve çalakî li hember qereqola Geyîksûyû ya girêdayî navenda Dêrsimê pêk anîn. 13 leşkerên komî, her wiha girên qereqolê û wesayîtên zirxî bûn hedefa çekên otomatîk ên navîn û çekên ferdî. Hejmarek mezin leşkerên mirî û birîndar hene, tevî vê jî ajokarekî tankê jî di encama van lêdanan de hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC li qada derdora qereqolê dest bi operayonê kir.
Agahiyên sicîlê yê hevala me ya şehîd ev in:
Nasnav: Zelal Munzur
Nav-Paşnav: Zekiye Şexmus
Cihê Jidayikbûnê: Qamışlo
Navê Dayik-Bav: Fethiye – Talal
Dîrok û Cihê Şehadetê: 4’ê Cotmehê 2015 / Colemêrg