FKÊ û Meclîsa Jinên Êzidî komkujiya li Enqereyê şermezar kirin

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û ragihandin, ku komkujî dewama komkujiyên li Amed û Pirsûsê ye.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke hevpar komkujiya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê şermezar kirin û gotin, "Kesên demokrat, aştîxwaz ji gelek herêmên cuda, careke din li hev civiyan û xwestin ji bo aştî, wekhevî û biratiyê dengê gelan bilind bikin. Lê mixabin careke din ji aliyê şerxwaz û xêrnxwazan ve bi hovane hedef hatin girtin.

Bi van her du teqînên mezin ên li Enqereyê re raastiya hikûmeta AKP'ê careke din derket holê. Ev komkujî dewama êrîşên li Amed û Pirsûsê ey.

Di encama vê komkujiya ku bi destê çeteyên AKP'ê pêk hat de, bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan birîndar bûn. Em ji malbatên şehîdên vê komkujiyê re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran jî şîfayê dixwazin."