Wekîlên HDP’yî: Em xwedî wê îradeyê ne ku planên we vala derxin

Ji bo protestokirina komkujiya li Enqereyê girseya parlamenterên HDP’yî jî di nav de ku li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê kom bû, rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlên HDP’yî diyar kirin ku xwedî vê îradeyê ne ku van planan vala derxin.

Bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê bi hezaran kesên li ber avahiya HDP’ê ya Êlihê bûn xwestin ber bi Parka Yilmaz Guney bimeşin. Bi sedan kesên ji aliyê girseyê ve hat dorpêçkirin, rastî êrîşa bi sedan polîsan hatin. Parlamenterên HDP’yî yên têkildarî çalakiya bombeyî ya li Enqereyê axivîn wek failê êrîşa bombeyî ‘Qesr’ nîşan dan.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî: Eger wer dihizirin ku wê bi qetilkirinê serî bi me bidin tewandin, xwe dixapînin. Ev bû cara çendan? Wê çend kesên din ên derkevin qadan qetil bikin? Bila baş zanibin ku wê daxwaza gelê me bi bombeyan nikaribin bipelçiqînin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran: Hêzên dewletê îro dema me xwest em helwesta xwe ya demokratîk nîşan bidin bi sedan polîs û wesayîtên zirxî pêşiya me qut kirin… Bila vê pir baş zanibin, hemû dîktatorên li cîhanê di dawî de hilweşiyane. Lewma pêwîst e aqlê xwe bidin serê xwe.

Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan: Dema me xwest komkujiya li Enqereyê li Êlihê protesto bikin bi sedan polîsan bi wesayîtên zirxî bi çek û bombeyên gazê êrîş kirin. Midûrekî emniyetê derdikeve dibêje; ‘Ez nahêlim kes gotinê der barê Serokkomar de bêje’. Naxwe ev polîs ne ji parastina gel ji parastina serokkomar berpirs e... Lê ev gel xwedî vê îradeyê ye ku van planên we vala derxe.