Li Wûppertalê standa hilbijartinê ya HDP'ê hat avakirin
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê, di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de li ber Cîty Arkadenê standa "Dîsa dîsa aştî" vekirin.

Di dema vekirina standa ji alên HDP'ê de dirûşmên "Em ê te dîsa nekin serok", "HDP wê bi ser bikeve, faşîzm wê biqede" û "Enqere em ê te ji bîr nekin" hatin qîrîn.
Ji Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Wûppertalê Halîl Kamlak der barê girîngiya hilbijartinên 1'ê Mijdarê û xebatên xwe de li standê peyivî û got, "Ji bo êrîşên bi xwîn ên hikûmeta AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê teşhîr bikin, em li vir in."
Kamlak ragihand ku ji bo nêrînên HDP'ê vebêjin wan stand vekirine û ji bo barbariya AKP'ê tavilê bi dawî bibe û biratî were, ew xebatên xwe bênavber dimeşînin.