Leşkeran li Licê wesayîta MEYA-DER gulebaran kirin
Li navçeya Licê ya Amedê êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin.
Li navçeya Licê ya Amedê êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin.
Li navçeya Licê ya Amedê êrîşên bi qedexeya derketina kolanan destpê kirin didomin. Wesayîta MEYA-DER’ê ya dixwest bigihêje herêmê û nûçegihanên Ozgur Gun TV jî ku têde bûn ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin.
Wesayîta MEYA-DER ya ji bo xwe bigihîne mertalên zindî yên li herêma Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar in ji aliyê leşker û tîmên taybet ve hat gulebarankirin. Wesayîta ku Hevserokê MEYA-DER Hasan Pençe, rêveberên MEYA-DER, nûçegihanên Ozgur Gun TV Dogûş Kotay û Mûrat Demîr tê de ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Di wesayîtê de zerara madî çêbû.
Hate zanîn ku li çoltara Taxa Cumar di navbera leşker û HPG'iyan de pevçûn qewimî û agahî ji mertalên zindî nayê girtin.