Jinan li Edeneyê şehîdên aştiyê bibîr anîn

Li Edeneyê, jinan şehîdên aştiyê bibîr anîn. Di çalakiya ku 29 jin lê hatin bîranîn de hat gotin, "Em ê têk neçin, em ê netirsin. Jin wê aştiyê bînin vî welatî."

Li Edeneyê, jinan şehîdên aştiyê bibîr anîn. Di çalakiya ku 29 jin lê hatin bîranîn de hat gotin, "Em ê têk neçin, em ê netirsin. Jin wê aştiyê bînin vî welatî."

Platforma Jinan a Edeneyê, li Parka Înonu civiyan û ji bo mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, find vêxistin.

Jinan pankarta bi nivîsa "Jinên ku aştî dixwestin kuştin" vekirin û bi findan nivîsa "Aştî 10.10.2015" nivîsandin. Jinan dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Kujer dewlet wê hesap bide" qîriyan û wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hilgirtin. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş û rêveberên CHP'yî jî amade bûn.

'EM Ê AŞTIYÊ MEZIN BIKIN'

Bedevka Demî ya Platforma Şaxên KESK'ê ya Edeneyê Şukran Yeşîl daxuyanî da çapemeniyê û destnîşan kir ku daxwaza bi tenê ya 29 jinan, aştî bû. Yeşîl soz da hemû jinên şehîdên aştiyê ku ew ê aştiyê bînin û got, "Em ê têk neçin, em ê netirsin. Jin wê aştiyê bînin vî welatî."

'DI DEMA TEQÎNÊ DE HÛN LI KU BÛN'

Beştaş a HDP'yî jî nerazîbûn nîşanî bi sedan polîsên li derdorê da ku bi kamera dîmen dikişandin û got, "Di çalakiya herî biçûk de hûn êrîşî me dikin. Di dema teqînê de hûn li ku bûn?"