Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve didomin û ji wezîfegirtina hevşaredaran daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê hevşaredaran ji wezîfeyê digire û bi vî awayî şaredariyan dixine. Însiyatîfa Gel xwest ku gelê Kurdistanê vê rewşê qebûl neke û banga berxwedanê kir.
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistanê, bi daxuyaniyeke nivîskî li hember operasyonên qirkirina siyasî yên AKP’ê û di vê çarçoveyê de ji wezîfegirtina şaredaran nerazîbûneke tund nîşan da.
AKP DIXWAZE ŞAREDARIYAN BIXÎNE
Di daxuyaniya Însiyatîfa Gel de wiha hat gotin: “Desthilatdariya AKP’ê êrîşên xwe yên bêperwa û bê exlaq yên di serî gelê me li hember çep, sosyalîst hêzên demokrasiyê û tevayî muxalifan ku beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê destpê kir, piştî hilbijartin winda kir jî didomîne. Ev êrîşên ku bi awayekî bê exlaq didomin her diçe vediguhere şêwazê qetlîamên komî. Erdogan û AKP ji bo hilbijartinên 1’ê Mijdarê qezenc bike ku wê bi her cure rêbazên şerê qirêj û komkujiyan dewam bike di komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de zelal bûye. Wek egera bîranîna hemû şehîdên demokrasiyê yên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane wê têkoşîna berxwedanê bê mezinkirin, wê hesab ji kesên ev komkujî plan kirine û pêk anîne bê pirsîn. Dewleta Tirk û di serî de Serokkomar Erdogan li hember destketiyên gelê me yên li Rojava ku her cure destekê dide DAIŞ’ê niha jî êrîşî hemû Kurdan û hêzên demokrasiyê dike. AKP û Erdoganê ji hevgirtina hêzên sosyalîst, çep û demokrasiyê yên Tirkiye û Kurdan ditirse li ser vê çeteyê dixwaze vê yekîtiyê asteng bike û paşde bixe. Paralelî van komkujiyan polîtîkaya qirkirina siyasî ji nû ve kiriye dewrê.
PÊWÎST E GELÊ ME RÊVEBERIYA WALIYAN RED BIKE
Însiyatîfa Gel a Demokratîk a Kurdistan, di dewama daxuyaniya xwe de ev bang li gelê Kurdistanê kir:
“AKP û Erdoganê ku êrîşên xwe bi awayekî topyekûn didomîne li Kurdistanê êrîşî xwerêveberiyên ku gelê me ji bo xwe bi rê ve bibe îlan kir dike, ji bo şaredariyên ku bi dengên zêde qezenc kir ji bo bi dest bixe girtin, ji wezîfeyê wergirtin û her diçe ketiye nav polîtîkayeke bi tehlûke ya şaredariyan bixîne. Bi dehan endamên xwerêveberiyê, hevşaredar, endamên meclîsê hatin binçavkirin û ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Herî dawî hevşaredarên Êlihê, hevserokên navçeyan û endamên meclîsê jî di nav de kesên bijartî ji wezîfeyê hatin wergirtin, şaredarî hatiye xistin. Desthilatdariya AKP û Erdogan hewl dide dîktatoriya xwe li Kurdistanê bi xistina şaredariyan bi dest bixe û serwer bike. Bi rêya Waliyê nûnerê AKP’ê dest danîne ser şaredariyê. Dîsa bi sedan rêveberên partiya siyasî û xebatkkar hatine binçavkirin. Bê ku ti delîlek hiqûqî yê ‘maqûl’ hebe polîtîkaya qirkirina siyasî tê meşandin. Li hemberî van helwestên ku îradeya gelê me nas nakin pêwîste em xwedî li destketiyên xwe yên siyasî derkevin. Em bang li tevayî gelê me û beşên hestyar ên Tirkiyeyê dikin ku li hember van polîtîkayên qetlîamker û qirker ên ji bo desthilatdariya xwe dîktatorî dimeşînin helwest bigirin û têkoşînê pêş bixin. Em bang li gelê me dikin ku di serî de Şaredariya Êlihê xwedî li tevayî destketiyên xwe derkevin, rêveberiyeke di kontrola Walî de red bikin û berxwedanê pêş bixin.
Li hember girtin û êrîşan bi pêşxistina berxwedanê pêwîst e em li derdora xwerêveberî û şaredariyan bibin yek, di 1’ê Mijdarê de li Kurdistanê em AKP’ê bi awayekî mezin têk bibin û bibin bersiv.”