Ne di lêpirsîna komkujiyê de, di operasyona giştî de hat binçavkirin

Rojnamevanê Kurd Mehmet Sehat Polatsoy ê ku ji aliyê medya alîgirê AKP'ê ve weke berpirsyarê komkujiya Enqereyê hat îlankirin, ne di çarçoveya lêpirsîna komkujiya Enqereyê de, di çarçoveya 'operasyona KCK a giştî' de hat binçavkirin.

Rojnamevanê Kurd Mehmet Sehat Polatsoy ê ku ji aliyê medya alîgirê AKP'ê ve weke berpirsyarê komkujiya Enqereyê hat îlankirin, ne di çarçoveya lêpirsîna komkujiya Enqereyê de, di çarçoveya 'operasyona KCK a giştî' de hat binçavkirin. Lê belê piştre li lêpirsîna Enqereyê hat zêdekirin û ji aliyê medya alîgir ve weke "berpirsyarê komkujiyê' hat îlankirin.

Rojnamevanê Kurd Mehmet Serhat Polatsoy ê bi îdîaya 'pêwendiya xwe bi hesabê @DrBereday' re heye hat binçavkirin, li Midûriyeta Emniyete ya Rihayê tê ragirtin.

Parêzerên Polatsoy nikarin xwe bigihînin agahî û belgeyên di dosyayê de. Lê ji aliyê medya alîgir ve weke kiryarê komkujiyê tê sûcdarkirin.

'POLÎS BÊYÎ LÊGERÎNÊ BIKE XWESTIN BIRAYÊ MIN BIBE'

Şahidê binçavkirinê kekê Polatsoy Mûstafa Ekrem Polatsoy got, "Danê sibehê saet di 06:30 de polîsên sivîl tên malê. Di destpêkê de, bêyî raporê amade bikin xwestin birayê min bibe. Temamiya polîsên hatin hemû yên sivîl bûn. Ti wesayîteke fermî tinebû. Bavê min dema ev dît, dest li rewşê werda. Dûre neçar man bikevin nava malê û lêgerînê bikin. Vê carê malê serûbin dikin. Bi pêlavan dikevin nava mala malbatê. Birayê min dixwaze li min bigere, lê destûrê nadin. Saet di 07:00 de jinbira min geriya, yekser çûm malê. Di biryara lêgerînê de li ser teqîna li Enqereyê tiştek nedinivîsî. Ya hatibû nivîsandin ev bû: 'Ji bo deşîfrekirina xebatên deveyî qanûnî yên rêxistina terorê PKK/KCK ên li Enqereyê, di çarçoveya operasyonê de li mala gumanbar Mehmet Serhat Polatsoy lêgerîn were kirin'. Birayê min di çarçoveya operasyoneke giştî ya KCK'ê de hat binçavkirin."

Polatsoy anî ziman ku birayê wî li Midûriyeta Emniyetê ya Rihayê rastî îşkenceya psîkolojîk û fîzîkî hatiye û got, "5 saetan li ser piyan sekinandine û bi pihîn û kulman li wî dane û îşkenceya psîkolojîk jî kirine."

'BI OPERASYONA DEREWAN RE HDP'Ê HEDEF DIGIRIN'

Mûstafa Ekrem Polatsoy anî ziman ku bi operasyona derewan a li hemberî birayê wî re hewl tê dayîn zerarê bidin HDP'ê û got, "Dixwazin komkujiyê bixin stûyê Kurdan û bi vî rengî beriya hilbijartinê zerarê bidin HDP'ê."

Polatsoy da xuyakirin ku nûçeyên di medya alîgir de derketin hemû derew in û got, "Dibêjin ku birayê min li Kobanê perwerde dîtiye. Bi temamî derew e. Em bi operasyoneke mezin a derewan re rû bi rû ne. Li hemberî vê operasyona derewan divê çapemeniya azad û HDP hîn bêhtir li ser mijarê bisekine. Ev ne meseleya Mehmet Serhat Polatsoy e. Bi vê re HDP hedef tê girtin."