7 kes li Sûrê hatin binçavkirin
Li Sûrê di serdegirtinên malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.
Li Sûrê di serdegirtinên malan de herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Amed Sûrê, operasyona binçavirinê ya di dema qedexeya derketina derve ya 4 rojan de hat destpêkirin, piştî rakirina qedexeyê jî dewam kir. Tîmên taybet û polîsan duh êvarê bi wesayîtên zirxî û Ranger Rover dor li navçeyê girtin û bi şikandina deriyan re avêtin ser malan. Hat ragihandin, ku di serdegirtinan de li Taxa Hasirli herî kêm 3 kes bi lêdanê hatine binçavkirin.
Danê sibehê jî di serdegirtinên malan de 4 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirin û cihê binçavkirî birine de, ti agahî nehat bidestxistin.