Li Stenbolê, destûr ji meşa şermezarkirina komkujiyê re nehat dayîn
Meşa li Stenbolê ya ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan wê bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiyê ve hat qedexekirin.

Ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê DÎSK, TMMOB, TTB û KESK'ê ve hat ragihandin ku wê bi dirûşmeya "Em xemgîn in, bi hêrs in, di şînê de ne, di nava îsyanê de ne û jiyanê disekinînin" meşek bê lidarxistin.
Meş wê ji ber Gara Sîrkecî û Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ji du baskan ve saet di 11:00 de li Meydana Beyazitê bê lidarxistin.
Lê belê Walîtiya Stenbolê duh nîvê şevê saet di 02:00 de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew ê destûrê nedidn vê meşê.
Tê payîn ku saziyê vê meşê organîze dikin, di saetên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.