Meclîsa Şengal a Dîspora komkujiya Enqereyê şermezar kir

Meclîsa Şengal a Dîaspora komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û banga xwedîderketina li malbatên şehîdan kir.

Meclîsa Şengal a Dîaspora komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û banga xwedîderketina li malbatên şehîdan kir.  

Meclîsa Şengal a Dîaspora (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Enqereyê bi tundî şermezar kir û got:  “Du roj berê di pêșengiya rêxistinên sivîl de mîtînga aștî û azadiyê pêk hat. Hin meș destpê nekiribû 2 teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de nêzî sed kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan birîndar hene. Hejmara kuștiyan her diçe zêde dibe. Em dibêjin ev cangorî ne, şehîdên rûmetê ne. Em li ser navê Meclîsa Șengal a Dîaspora ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin û em dibêjin cihê șehîdên mirovahiyê bihușt be."

Meclîsa Dîapora a Şengal diyar kir ku ev êrîș berdewama êrîșa Amedê, Pirsûs, Wan û Mêrsînê ye. Ev șer ev êrîș ên AKP’ê li hemberî gelê aștîxwaz e û wiha dewam kir: “AKP di her firsendê de bi kîndarî diaxive û hedef destnîșan dikir.

Bila kes li ti qatil û xwekujan negere! Qatil AKP ye ger ev kujer ji ku hatibe bila hatibe ev êrîș bi xebera AKP’ê pêk hatiye. Ji ber AKP, tim digot ‘Ev terorîst in ev Kurdên PKK’ê ne û qetla wan helal e.

Dema gerîlayê PKK’ê avêtibûn pey erebeyê dinyayê nerazîbûnên xwe anîbû ziman. Ahmed Davutoglû derket pêșberî rojnamevanan û got "Ev ne kesekî sivîl e ev șervanekî PKK’ê ye.

Di zîhniyeta van xwînxwaran de divê ji kesên demokrat û aștîxwaz re maf neyên naskirin.

MȘD vê bûyerê șermezar dike û banga xwedîderketina li malbatên şehîdan dike. Armanca van ev e ku gelê me bitirsînin  û bêdeng bikin. Ji niha û șûn ve em ê dengê xwe hê bilind derxin, xebata xwe hin bi rêxistin bikin."