Li Liceyê operasyon

Li Liceyê, artêşa Tirk amadekariyê dike ku li herêma bejahî ya goristana HPG'yiyan lê ye, dest bi operasyonê bike.

Artêşa Tirk a ku rojek piştî ragihandina biryara bêçalakîtiyê ya KCK'ê, di 11'ê Cotmehê de bi êrîşa hewayî ya li herêma taxa Sisê ya Liceyê ku "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" lê ne, 8 gerîlayên HPG/YJA Starê qetil kir. Artêşa Tirk niha jî amadekariyan dike ku ji bejahî ve dest bi operasyonekê bike. Di çarçoveya amadekariyên operasyonê de gelek leşker û tîmên taybet bi helîkopteran ber bi herêmê ve hatin veguhastin.

Armanca operasyonê hilweşandina "Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li herêmê ye.

Ji bo pêşî li êrîşeke gengaz a li hemberî goristanê bigire, gelê herêmê bi hefteyan e weke mertalên zindî nobedê digire.

Ji ber ku xeterî heye bi vê operasyonê re şer derkeve, li navçeyê û di navbera mertalên zindî de rewşeke tengezar heye.