Bi pêşengiya partiyên siyasî yên Swîsreyî, komkujî hat şermezarkirin
Bi hezaran kesên bi pêşengiya Partiyên Siyasî yên Swîsreyê hatin cem hev, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û anîn ziman ku berpirsyarê komkujiye Serokkomarê Tirk Erdogan e.
Bi hezaran kesên bi pêşengiya Partiyên Siyasî yên Swîsreyê hatin cem hev, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û anîn ziman ku berpirsyarê komkujiye Serokkomarê Tirk Erdogan e.
Bi hezaran kesên bi pêşengiya Partiyên Siyasî yên Swîsreyê hatin cem hev, komkujiya li Enqereyê şermezar kirin û anîn ziman ku berpirsyarê komkujiye Serokkomarê Tirk Erdogan e. Nûnertên partiyên siyasî di axaftinên xwe yên li vir de ragihandin ku HDP ji bo Tirkiyeyê şenseke mezin e.
Bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Partiya Keskan û partiya BASTA, ji bo şermezarkirina komkujiya li Enqereyê, li bajarê Swîsre Baselê meşeke navendî hat lidarxistin. Di meşa ku pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê jî destek dayê de, tevî bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyiyan, Seroka SP a Kantona Baselê Brîgette Hollînger, parlamenterê SP ê Kantona Baselê û namzetê Meclîsa Federal Mûstafa Atici, Serokê Giştî yê BASTA Martîn Fluckîger, parlamentera Partiay Keskan a Kantona Baselê û namzeta Meclîsa Federal Sîbel Arslan, Koordînaora Amnesty International a Swîsreyê ya Tirkiyeyê Maya Heûschmann û gelek siyasetmedar amade bûn.
DIRÛŞMA 'KUJER ERDOGAN' LI KOLANÊN BASELÊ DENG VEDA
Bi hezaran kes li Dreînrosenpark a Baselê li pişt pankarta bi zimanê Elmanî ya bi nivîsa "Kujer Erdogan ferman da, DAIŞ'ê li Enqereyê komkujî pêk anî" heta Barfusserplatzê meşiyan. Di meşê de bi zimanê Elmanî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Ji şer re na, aştî aniha", "Kujer DAIŞ, hevkar AKP" hatin qîrîn.
Piştî meşê, li Barfusseplatzê mîtîngek hat lidarxistin.
ZUCHER: LI DIJÎ DÎKTATORIYA ERDOGAN DIVÊ EM BIBIN YEK
Li ser navê partiya BASKA Tanya Zucher diyar kir ku komkujiyê ew xistine nava şoqeke mezin û destnîşan kir ku ew ê timî piştgiriyê bidin gelên Kurdistan û Tirkiyeyê. Zucher got, "i hemberî Erdogan û dîktatoriya wî, divê em di nava yekîtî û hevgirtinê de bin" û anî ziman ku di serî de gelê Kurdistanê girîng e ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê têkoşîn were meşandin. Zucher komkujiyên li Tirkiyeyê bibîr xist û got, "Gelê Kurdistanê çiqasî aştiyê dixwaze, ewqasî rastî komkujiyê tê. Divê em vê rêveçûnê bisekinînin."
HOLLÎNGER: BIHÊLIN BILA GEL DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN
Piştî Zucher, Seoka SP a Kantona Baselê Brîgette Hollînger mafê axaftinê wergirt û diyar kir ku yên li Enqereyê hatin qetilkirin, daxwaza aştiyê dianîn ziman. Hollînger ragihand ku yên li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê têdikoş in her roj rastî mirinan tên. Hollînger destnîşan kir ku HDP ji bo gelên Tirkiyeyê şenseke û anî ziman ku ew ê timî destekê bidin HDP'ê. Hollînger got, "Em bi gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re ne. Em ê her tim li cem alîgirên aştî û demokrasiyê bin. Ji vê derê bang li dewleta Tirk dikim; bihêle ku gel bi hev re di nava aştiyê de bijîn."
ESCHMANN: EM BAŞ NAS DIKIN KU KÊ KOMKUJÎ KIRIYE
Li ser navê rêxistina SP a ciwanan JUSO Olîvîa Eschmann jî anî ziman ku ew berpirsyarê komkujiyê dizanin û diyar kir ku yên ev komkujî kirine, divê hesap bidin gel. Eschmann got, "Divê em têkoşîna sosyalîzmê li her devera cîhanê mezin bikin" û ragihand ku girîng e gel hemû bi hev re têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Li dû axaftinan, ji bo bîranîna mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, lîstikek şano hat pêşkêşkirin.
...