Li Stûttgartê gel li ser sindoqan e

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, herikîna hilbijêrên HDP'yî ber bi sindoqan ve, dewam dike.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, herikîna hilbijêrên HDP'yî ber bi sindoqan ve, dewam dike. Tevî ku nava hefteyê ye jî hilbijêrên HDP'yî yên li Stûttgartê bi awayekî komî diçin ser sindoqan. Hilbijêrên HDP'yî yên ji bajarê Geîslîngen hatin, dengê xwe bi kar anîn. Di dawiya hefteyê de jî wê ji gelek navendan bi otobus û wesayîtên şexsî hilbijêr biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

LI KONSOLOSXANEYA STÛTTGARTÊ ZIMANÊ KURDÎ Û PÛŞÎ WEKE PIRSGIRÊK HAT NÎŞANDAN

Li Konsolosxaneya Stûttgartê ji malbata Yaşar a bi Kurdî diaxivî re hat gotin, "Ev der xaka Komara Tirkiyeyê ye, hûn nikarin ji bilî Tirkî bi zimanekî din biaxivin. Eger hûn nizanibin hingî tercûman bi xwe re bînin". Roja Yekşemê jî, pûşiyê ku jinên Pazarcixî li stûyê xwe gerandibûn, bûbû pirsgirêk.

...