Daxuyaniya AKP'ê ya "wê meaş ji mirovên xizmên xwe di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane were dayîn" rastî nerazîbûna malbatan hat. Malbatan destnîşan kirin, ku kujer hikûmet e.
Berdevkê Hikûmetê Nûman Kûrtûlmûş da xuyakirin ku wê meaş ji mirovên xizmên xwe di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane were dayîn. Ev daxuyaniya Kûrtûlmûş rastî nerazîbûna malbatan hat.
'EM PEREYÊ KUJERAN NAXWAZIN'
Bavê xwendekarê Zanîngeha Teknîk a Stenbolê Guney Dogan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Mûstafa Dogan diyar kir ku pêwîstiya wan ne bi pereyê dewletê, bi ewladên xwe heye. Dogan got, "Pereyê kujeran bila ji wan re bin, bila pereyê kefenê zarokên wan be. Bila zarokên me bi dilrehetî di hembêza axê de razên, bila bi wan re mijûl nebin. Êşa me têra me dike. Bila dest ji gorên me berdin. Bila dest nedin miriyên me. Bila miriyên me li nava kolanan li pişt wesayîtan girê nedin û bi erdê re nekişînin, ew besî me ye."
'ME JI BO AŞTÎ Û AZADIYÊ BERDÊL DAN'
Kurê Vahdettîn Ozgan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Çiya Ozgan jî anî ziman ku dewlet hevkariyê bi dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê re dike û got, "Bi dayîna meaş, bi dayîna bertîlê re nikarin me bêdeng bikin. Ev yek tê wateya 'em ê we bikujin, dûre we bêdeng bikin'. Pereyê ew bidin, bavê min venagerîne."
Birayê Ozgan Kerem Ozgan da xuyakirin ku ew ê hesabê komkujiyê ji dewletê bipirse û got, "Canê me daye, berdêla me daye, ji bo aştî û azadiya vî gelî hatine dayîn." Ozgan destnîşan kir, ku daxuyaniya ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn, bêhurmetî ye.
'YÊN KU QETIL KIRIN, EW IN!
Biraziya nazmeta parlamenteriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Kubra Mollaoglû Mûrat Mollaoglû jî diyar kir ku ew ê pereyê hikûmetê qebûl neke. Mollaoglû got, "Ji ber ku yên qetil kirin ew in, yên dan kuştin ew in. Serokwezîrê derewîn, alîkarê wî yê derewîn dîsa li ser kar in, dîsa dane dû berhevkirina dengan. Niha jî dest bi belavkirina pereyê xwînê kirine."