Li Dîlokê operasyona qirkirina siyasî: 11 girtin

Li Dîlokê, ji 19 kesê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavirin, 2 jê zarok 11 kes hatin girtin.

Li Dîlokê, 19 kesên di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li taxê Guzelvadî û Beybahçe di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, duh êvarê sewqî Edliyleya Dîlokê hatin kirin. Dozgeriyê, piştî wergirtina îfadeya 4 jê zarok 19 kesan, bi îdîaya "endametî û rêvebirina rêxistinê" ji bo bên girtin radestî dadgeha nobedar kir.

Ji welatiyên li dadgehê îfade dan Ozgur Sûat Sokmen, Ferhat Songûr, Emrûllah Gumuştekîn, Cûdî Taş, Huseyîn Gumuştekîn, Îslam Sarica, Celal Kizilkaya, Sînana Taştekîn hatin berdan, zarokên bi navê M.E.K. û E.O., Engîn Babayîgît, Abdullah Dayan, Aladdîn Şen, Orhan Erten, Omer Taşar, Haşîm Vesek, Hamza Bozan, Ahmet Beyaz û Îlhamî Îşçî bi giştî 11 kes hatin girtin. Girtî şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.