Alî Dogan ê di mîtînga aştiyê de birîndar bû li Kolnê dengê xwe bi kar anî
Yek ji birîndarên mîtînga aştiyê ya Enqereyê Alî Dogan, li Kolnê dengê xwe bi kar anî.
Yek ji birîndarên mîtînga aştiyê ya Enqereyê Alî Dogan, li Kolnê dengê xwe bi kar anî.
Di komkujiya Enqereyê de ku 97 kesan jiyana xwe ji dest da, yek ji bi sedan birîndaran Alî Dogan li bajarê Elmanya Kolnê dengê xwe bi kar anî.
Alî Dogan ê ji Dêrsimê, berî 15 rojan ji bo dîtina xizmên xwe çû Dêrsimê û xwest 2 rojên xwe yên dawiyê li cem biraziyê xwe yê li Enqereyê derbas bike.
Dogan ê ku berê haya wî ji mîtînga aştiyê tinebû, ji biraziyê xwe hîn bû ku mîtînga aştiyê tê lidarxistin û bi hev re tevlî mîtîngê bûn.
Ji vir û pê ve, Alî Dogan ê ji bo dengdayînê hat Konsolosaxneya Tirkiyeyê ya li Kolnê, ji ANF'ê re bûyer vegot.
Dogan anî ziman, ku dema bihîst wê mîtînga aştiyê were lidarxistin, ew zû çûne cihê çalakiyê û got, "Em ne li beşa otobus û trenên ji derve dihat bûn. Em li pêş bûn. Di nava rewşeke panîkê de min dengê teqînê bihîst. Ji bo em bi hawara wan ve biçin, em ber bi pêş ve beziyan. Biraziyê min berê xwe da min û got, 'bawerim li serê te birînek heye'. Dîtiye ku xwîn ji serê min tê. Min dest da serê xwe û dît ku xwîn jê tê. Me dengê teqînê bihîst, ew dît. Lê teqîna destpêkê ji me têra xwe dûra bû. Min şewata teqîna duyemîn nedît. Li wir birîndarî çêbû, di kêliyê dawî de filitîm. Lê em gelekî xemgîn in. Gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Di nava wan de sê nasên min hebûn. Bûrayê apê min mamoste bû, li Edeneyê. Wekî din Bîlal Korkmaz hebû. Ew bi xwe li Enqereyê hat veşartin. Û kekê Adîl hebû. Bûyereke gelekî giran bû."
Dogan anî ziman ku ew bi cismek li serê wî ketî, birîndar bû û biraziyê wî ew rakiriye nexweşxaneyê, lê nizane kîjan nexweşxane. Dogan diyar kir ku li hewşa nexweşxaneyê di binê konekî de hatiye tedawîkirin û serê wî hatiye dirûtin.