Ji polîs lêdana 'tu çima di komkujiyê de nemir'

Koçyîgît a ku di komkujiyê de hevala Meryem Bûlût ku bi salane li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire ji dest da, ji ANF'ê re ew kêliyên zehmet vegot.

Ji Dayikên Şemiyê Nesrîn Koçyîgît a ku di kêliya dawî de ji komkkujiya li Enqereyê rizgar bû, rojên zor û zehmet dijî. Koçyîgît a ku di komkujiyê de hevala Meryem Bûlût ku bi salane li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digire ji dest da, ji ANF'ê re ew kêliyên zehmet vegot. 

Ji Dayikên Şemiyê Nesrîn Koçyîgît a bi şensê ji komkujiya li Enqereyê filitî, anî ziman ku ji bo li dijî şerê Qesrê dengê aştiyê bilind bikin, ew bi coşeke mezin ji Stenbolê çûn Enqereyê. Koçyîgît a ku hewl dide travmaya komkujiyê ji ser xwe biavêje, di komkujiyê de hevala xwe ya bi salane li Meydana Galatasarayê nobeda edaletê digirt dayika Meryem û hezkiriyên xwe winda kir. Koçyîgît, şopa komkujiyê di dilê xwe de hîs dike.

'XAVIKA SPÎ YA DAYIKA MERYEM DI NAVA XWÎNÊ DE MABÛ'

Koçyîgît got, "Halbûkî em bi hêviyeke welê herikîbûn Enqereyê" û ew roja hovane bi vî rengî vegot: "Di em di nava korteja HDP'ê ya li pêşiya Garê bûn. Bi dayika Meryem re me sohbet dikir. Li aliyê din dengê govendê dihat. Dema min dengê govendê bihîst, ji bo tilîliyê ez çûm cem ciwanan. Piştî ku min çend gav avêt, bi teqîneke mezin ez hejiyam. Di destpêkê de min fêm nekir ku bombe ye. Dema min hewl da bêm ser hişê xwe, dengê bombeyeke duyemîn hat. Mirov di nava panîkê de dibeziyan. Dema ez vegeriyam, min dît ku hevalên min hemû mirine, hin jê dest û lingên wan parçe bûne. Dayika Meryem a ku berî pênc deqeyan em bi hev re diaxivîn li erdê dirêjkirî bû. Xavika spî ya her tim li ser serî bû, di nava xwînê de mabû. Hînê me şoq ji xwe xwe neavêtibû polîs hat bi gazê êrîş kir. Ji ber vê yekê me demeke dirêj nikarîbû alîkariyê bidin birîndaran. Mirov ji pêş çavên min, ji ber xwîn ji wan çûn jiyana xwe ji dest dan."

'BIRÎNDARÊN ME YÊN FERYAD DIKIRIN, BI ME DAN TEMAŞEKIRIN'

Koçyîgît diyar kir ku polîsên nehiştin ambûlans bên cihê bûyerê, êrîşî mirovên birîndar jî kirin û got, "Li erdê ciwanek hebû, xwîn jê diçû. Alîkarî dixwest. Yek ji polîsên ku bi motorê di ber re derbas bû, ji motorê peya bû. Berê xwe da ciwan û got, 'Bicehime, bimire, çi karê te li vir heye?' Li pêş çavên min gelek caran pihîn li wî da. Min hingî fêm kir ku dijminekî çawa li hemberî me heye." 

Koçyîgît da zanîn ku ambûlans piştî 40 deqeyan hatiye cihê bûyerê û got, "Li her derê mirov ji êşa dinaliyan. Bi derfetên xwe me hewl dan mudaxleyî birîndaran bikin. Me birînên wan bi pûşiyên kesk, sor û zer girê didan. Qîma xwe bi qetilkirina me jî neanîn, mirina birîndarên me bi me dan temaşekirin."

'YEKANE HÊVIYA MIN 1'Ê MIJDARÊ YE'

Koçyîgît ku ji bo xwe bigihîne cenazeyê kekê xwe yê gerîla yê di sala 1996'an de hat qetilkirinb i salane li Meydana Galatasarayê nobedê digire feryad kir û got, "Gelo ev êş wê her tim para me be?" Koçyîgît diyar kir ku kengî ew çavên xwe digire, bedenên parçebûyî tên pêş çavên wê, bi şev nikare rakeve û cara yekemîn ew çûye cem psîkolog. Koçyîgît destnîşan kir ku hemû hêviya wan hilbijartinên 1'ê Mijdarê ye. Koçyîgît got, "Ji bo hilweşandina vê hikûmetê hêviya me ya bi tenê 1'ê Mijdarê ye."

...