Halîl Îbrahîm Gozlemcîoglû yê ku MÎT'ê ew şand nava DAIŞ'ê û hat îdîakirin ku di şerê li hemberî YPG'ê de miriye, derket holê ku beriya 3 mehan ferdên din ên malbata xwe ji Enqreyê biriye Reqqayê. Malbata ku bihîst ev endamê DAIŞ'ê hatiye kuştin û dixwaze cenazeyê xwe werbigire, beriya 5 mehan ji ANF'ê re axivî bû.
Malbata Gozlemcîoglû ya li Enqereyê dijî dabû xuyakirin, ku agahî ji wan re hatiye, kurê wan Halîl Îbrahîm berî sal û nîvekê ji aliyê endamên MÎT'ê ve hatiye xapandin, tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin û bi birîndarî ketiye destê YPG'ê.
Derket holê ku Gozlemcîoglû nemiriye û berî sê mehan, kek û biraziyên xwe yên li Taxa Hacibayram a li Enqereyê, biriye Sûriyeyê.
Malbata Gozlemcîgolû ya li Enqereyê dijî anîbû ziman ku kurê wan berî sal û nîvekê, dema bi endamên MÎT'ê re di nava têkiliyê de bû tevlî DAIŞ'ê hatiye kirin, bihîstine ku li Kobanê di şerê li hemberî hêzên YPG/YPJ'ê de bi birîndarî ketiye destê YPG/YPJ'ê û li ser vê yekê ji Hikûmeta Kantona Kobanê alîkarî xwestibû.
Ferdên malbatê der barê bûyerên dawî de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku Halîl Îbrahîm Gozlemcîoglû yê tevlî DAIŞ'ê bû, ferdên din ên malbatê jî biriye Sûriyeyê. Xizmekî malbata Gozlemcîoglû ku nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku haya dozgerî û yekîneyên emniyetê ji vê heye û got, "Berî 5 mehan me bihîst ku Halîl Îbrahîm di şer de miriye, lê piştre ji me re hat gotin ku di şerê li sînorê Kaniya Xezalan-Girê Spî de, bi birîndarî ketiye destê hêzên YPG'ê. Li ser vê yekê me ji Hikûmeta Kantona Kobanê alîkarî xwest. Lê belê heman piştî vê daxuyaniyê, em hîn bûn ku Halîl Îbrahîm sax e. Di nava 2-3 mehan de kekê xwe û ferdên din ên malbatê bir Sûriyeyê. Ev rêxistina hov DAIŞ çi ji me dixwaze? Hûn jî dibînin li Enqereyê bi sedan mirov qetil kir. Yekane daxwaza me ji rayedaran ew e ku ne taxa me, ne gelê me bi vê gurûha kujeran a nediyar e çi ye, bê bîranîn. Bi tenê armanceke van bombeyan hebû; hilanîna tola wernegirtina 400 parlamenteran bû."
'ENDAMÊN MÎT'Ê EW BIRIN'
Dayik Erîk û bav Eyup Gozlemcîgolû da xuyakirin ku berî sal û nîvekê endamên MÎT'ê bi kurê wan re têkilî danîne, bi heman rêbazê li Enqereyê gelek kes xistine nava xefika DAIŞ'ê û gotin, "Em hîn bûn ku piştî demekê Îbrahîm birine nava DAIŞ'ê. Bi bikaranîna hestên olî re zarokên me dixapînin û dibin şer. Endamên MÎT'ê, zarokên me dixe nava şerê li dijî rejîma Esad. Lê piştre me bihîst ku li Kobanê di nava DAIŞ'ê de li hemberî YPG'ê şer dike. Li Tirkiyeyê me serî li hemû rayedaran dan, lê ti encam bi dest nexistin. Ji bo kesên kurê me şandiye nava DAIŞ'ê bê aşkearkirin, em ê her di nava hewldanan de bin."
Dayik Erîk û Bav Eyup Gozlemcîoglû yên hewl didin kurê xwe ji nava DAIŞ'ê rizgar bikin, piştî ku zarokên wan ên din û neviyên wan ji bo tevlî DAIŞ'ê bibin çûn Sûriyeyê, li Taxa Hacibayram a Enqereyê bi tena serê xwe man.