Li Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina Komkujiya Enqereyê dewam dikin

Nerazîbûnên li hemberî komkujiya li Enqereyê dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Mannheîmê û li bajarê Fransa Avîgnonê, bi vê armancê meş hatin lidarxistin.

Nerazîbûnên li hemberî komkujiya li Enqereyê dewam dikin. Li bajarên Elmanya Frankfûrt û Mannheîmê û li bajarê Fransa Avîgnonê, bi vê armancê meş hatin lidarxistin.

MANNHEÎM

Çalakiya li bajarê Mannheîmê, li Paradaplatzê ji aliyê HDP û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi sedan belavok li ser komkujiyê hatin belavkirin û wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilbijartin de nûnerên AGÎF, ATÎK, ADHF, AABF, Dîe Lînke û Antîfa piştî deqeyeke rêzgirtinê axivîn.

Di daxuyaniya ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Mannheîmê de hat ragihandin, ku êrîş li hemberî Kurd, Tirk, Elewî, Êzidî li dijî hemû gelan hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku wê di 1'ê Mijdarê de gel hesap ji Erdogan bipirse.

Di çalakiyê de dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Biratiya Gelan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Her wiha lîstikek şano hat pêşkêşkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, komkujiya Enqereyê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin de, bi qasî hezar kes amade bûn. Meşê ji ber HBF a Frankfûrtê destpê kir û pankartên bi nivîsa "AKP li Enqereyê mirovan dikuje", "Hema niha aştî" û wêneyên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin.

Di meşê de ji bo bal were kişandin ser mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, darbestên sembolîk hatin hilgirtin. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Kujer AKP", "Tolhildan", "Bijî Serok Apo" heta Romerplatzê meşiya.

Mîtînga li Romerplatzê jî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li mîtîngê de, êrîşa li Enqereyê weke êrîşeke namerdî ya li hemberî aştîxwazan hat pênasekirin. Di axaftinan de, ji bo hesabpirsînê bang li her kesî hat kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin. Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.

AVÎGNON

Li bajarê Fransa Avîgnonê, bi qasî 300 kes li dijî komkujiya li Enqereyê meşiyan. Çalakî li ser banga Komeleya Elewiyan a Avîgnonê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) hat lidarxistin û li ber stasyonê destpê kir. Girseya gel bi hilgirtina wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, heta ber avahiya Şaredariya Avîgnonê meşiya. Di çalakiyê de timî dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta kujer wê hesap bide" hatin qîrîn.

...