KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Eniya Helwest ji bo Rojava bang li parlamentê kir
Eniya Helwest bang li hemû partî û fraksiyonên siyasî yên li Herêma Kurdistanê kir ku sibe saet di 11:00 de li Parlamenta Herêma Kurdistanê bicivin. -
Li Nisêbînê bi deh hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan
Li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan. -
Ciwanên Şengalê ber bi sînorê Rojava ve bi rê ketin
Ciwanên Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin ku ew jî beşdarî seferberiya giştî dibin û berê xwe dan ser sînorê di navbera Şengal û Rojava de. -
Gelên Dêrikê li Sêmalka li benda gelê Başûr e
Gelên Dêrikê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka li benda konvoya gel e. -
Bafil Talabanî: Gelê Kurd wê bêdeng nemîne
Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî diyar kir ku gelê Kurd wê li hemberî êrişên li ser Rojava bêdeng nemîne û got, "Hurmet, rûmet û parastineke rasteqîn mafê gelê Kurd e." -
Seferberî mezin dibe: Gelê Raperînê diçe Rojava!
Li Îdareya Serbixwe ya Raperînê bi sedan kes li hev kom bûn û biryar dan ku biçin Rojava. -
Xelkê Çemçemalê ji bo Rojava li ser piyan e
Xelkê Çemçemalê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk rabû ser piyan. -
Komeke ji ciwanên Rojhilat beşdarî berxwedana li Rojava bûn
Komeke ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî berxwedana li Rojava ya li dijî çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê dibin. -
Li Kerkûkê konvoyên gel ber bi Rojava ve bi rê ketin
Weke li çar parçeyên Kurdistanê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bersiv ji banga seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hate dayin. -
Xelkê Şengalê ji bo Rojava li qadan e
Ciwanên Şengalî weke li çar parçeyên Kurdistanê, ji bo piştgiriya bi Rojava re li qadan bû. -
Li Mexmûrê gel doh bi şev li qadan bû
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê gel doh bi şev li dijî êrişên çeteyên Hikumeta Şamê ya Veguhêz ên li ser Rojava li qadan bû. -
Mûrat Karayilan: Berdêla xwe çi dibe bila bibe, em ê Rojava bi tenê nehêlin!
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan: Gelê me yê Rojava bi welatparêzî, berxwedan û ruhê xwe yê neteweyî gelek tişt hînî me kir. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê we tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê em; çi pêwîst be em ê wê bikin. -
Li Başûr dengê 'Rêya Rojava vekin’ bilind dibe
Pêşmergeyekî di xwepêşandanekê de li Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên li ser Rojava axivî û ji rêveberiya herêmê xwest ku ji bo 'piştgiriya Rojava' rêyan vekin. Kesekî din jî got, 'Rê bidin me, em biçin Rojava.' -
Li Duhokê li ber navenda vîzeya Tirkiyê çalakî
Gelê Duhokê li ber navenda serîlêdana vîzeya Tirkiyê civiya û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava protesto kir. -
Gelê Başûr ji bo Rojava ser piyan e
Li hemberî êrîşên ku hikûmeta demkî ya Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk ve girêdayî çeteyên DAİŞ û cureyên wê li ser Rojava didomîne, gelê Başûrê Kurdistanê derketiye qadan. -
Êşîrên Omeriya û Badînî: Îro roja parastina rûmetê ye
Eşîrên Omeriya û Badînî bi daxuyaniyekê ragihandin ku “Îro roja parastina rûmeta gelê Kurd e” û bang li hêzên Kurdistanî û navneteweyî kirin ku piştgiriyê bidin gelê Kurd ê ku bi planên tunekirin û qirkirinê re rû bi rû ye. -
Karasu: Roj roja parastina Rojava ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bang li hemû gelê Kurd û hêzên demokratîk kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava li ber xwe bidin û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî Rojava ye, li dijî hemû gelê Kurd e." -
Ji Meclisa Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bangewaziya lezgîn
Meclisa Hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê, li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî Colanî yên li ser Rojava bangewaziya meşeke lezgîn kir. -
Gelê Silêmaniyê wê ber bi Rojava ve bimeşe
Di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de, ji Silêmaniyê karwanek gel wê sibe berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê. -
Li Hewlêrê bi sedan kes heta balyozxaneya Emerîkayê meşiyan
Bi sedan Kurdên li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li pêşiya balyozxaneya Emerîkayê çalakî lidarxistin, dirûşmeyên piştgiriya berxwedana gelê Kurd li dijî êrişan û şermezarkirina bêdengiya Emerîkayê berz kirin. -
Ji çalakgerên Mexmûrê piştgiriya ji bo berxwedana Rojava
Li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê çalakiya nobedê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin dewam dike. Çalakgeran ji bo Rojava banga xwedîderketinê kirin. -
Parêzer bi dirûşma 'Bijî berxwedana Rojava' ber bi agahiya polîsan ve meşiyan
Li dijî binçavkirinên ku di çalakiyên protestokirina êrîşên HTŞ û çeteyên girêdayî wê ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatin; bi sedan parêzer bi dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" ber bi agahiya polîsan ve meşiyan. -
Li Amedê tevî êrîşa polîsan gel li dijî êrîşan meşiyan
Meşa ku ji hêla Platforma Saziyên Demokratîk ve hate lidarxistin, êrîşên çeteyên bermahiyên DAÎŞ’ê yên HTŞ’ê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate protestokirin. Di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. -
Polîsan êrîşî meşa Wanê kirin: Nêzîkî 100 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk êrîşî meşa li Wanê ya ji bo protestokirina êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû lidarxistin, kirin. Di nav de hevserokên DBP, hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz hebûn nêzî 100 kes hatin binçavkirin.