Xelkê Çemçemalê ji bo Rojava li ser piyan e

Xelkê Çemçemalê li dijî êrişên çeteyên HTŞ û DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk rabû ser piyan.

Li seranserê Kurdistanê çalakiyên ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê û êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk dewam dikin.

Divê çarçoveyê de xelkê navçeya Çemçemal ya ser bi Silêmaniyê jî dijî êrişan çalakiyek lidarxistin.

Welatiyan bê navber berxwedana Rojava silavkirin û dirûşmeyên ‘Li Bakur bim yan Başûr bim, Kurdistan xeta sore’ qêriyan.

Welatiyan bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku tevlî seferberiya ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê bibin.