BI DÎMEN

Komeke ji ciwanên Rojhilat beşdarî berxwedana li Rojava bûn

Komeke ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew beşdarî berxwedana li Rojava ya li dijî çeteyên dewleta Tirk û HTŞ’ê dibin.

Daxuyaniya ciwanan bi vî rengî ye:

“Rojavayê Kurdistanê dîsa bû hedefa êrîşên dijmin. Me xwe amade kiriye ku beşdarî berxwedana Rojava ya li dijî êrîşên hovane yên HTŞ û DAÎŞ’ê bibin. Rojavayê Kurdistanê niha rû bi rûyê metirsiyeke cidî ye. Parastina Rojava, parastina rûmeta hemû Kurdan û azadîxwazên cîhanê ye.

Salên berê, Kobanê û Rojava bi piştevaniya hemû parçeyên Kurdistanê derseke dîrokî da DAÎŞ’iyan. Heman çete carek din bi çekên hîn pêşketîtir û bi piştgiriya dewleta Tirk, dixwazin tola şkestina xwe bistînin. Êrîşên li ser Rojava, êrîşên li ser hemû Kurdistanê ye. Serkeftina Rojava serketina hemû Kurdistanê ye.

Bi hemwextî berxwedana Rojava, li Rojhilat jî bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ serhildan didome. Weke komeke ciwanên ji Rojhilat, ji bo parastina nirxên Rojava li ser bangawaziya Fermandar Mazlûm Ebdî em sînoran dişkînin û beşdarî berxwedana Rojava dibin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku guh bidin banga QSD’ê.”