KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin
Parêzerê doza Komkujiya Parîsê Jean-Louis Malterre, diyar kir ku astengiya li pêşiya edaletê ne dadgeriya Fransayê ye, lê belê meqamên siyasî yên Fransayê ye ku bi hinceta 'sira dewletê' dosyayê girtine. -
Partiyên Rojhilatî ji ber greva giştî spasiya gel kirin
7 partiyên Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji ber tevlîbûna xurt a li greva giştî spasiya gel kirin. -
'Eger aştî bibe em ê karibin gundê xwe jinûve ava bikin'
Abdulkerîm Yildiz got, "Aştî yekane rêya başkirina birînên berê ye" û anî ziman ku bi aştiyê re hêviya avakirina jiyaneke nû şîn dibe. -
Şahîn: Gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûna demokratîk e
Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku gava destpêkê ya entegrasyona demokratîk qanûnên derbasbûnê yên demokratîk e û got, perspektîfa çareseriya demokratîk a Rêber Apo pêşî li pêvajoyeke xurt û rasteqîn a aştiyê vekiriye. -
Xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin: Li Kamêranê gelek kes şehîd bûn
Xwepêşandan li bajarê Sine, Saqiz, Kamêran, Kirmanşan û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê berfireh dibe. Ji ber êrişa hêzên rejîma Îranê li Kamêran gelek kes şehîd û birîndar bûn. -
Şêniyên Amedê: Em li kêleka gelê Rojava ne
Şêniyên Amedê bertek nîşanî êrîşên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dan û banga hevgirtin û piştgiriya ji bo gelê Rojava kirin. -
Li Amedê bi hezaran kes êrîşan protesto kirin
Li Amedê êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Helebê, bi pêşengiya Plarforma Saziyên Dekmokratîk bi meşeke girseyî hat protestokirin. -
Li Şengalê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hate silavkirin
Li Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê, bi daxuyaniyeke êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin. -
Mesrûr Barzanî ji bo êrîşên ‘qirkirina nijadî’ yên li Helebê nerazîbûn nîşan da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, anî ziman ku êrîşên li Helebê bi armanca ‘qirkirina nijadî’ tê kirin û got ku tundî ‘ji bo pirsgirêkê çareseriyek mayînde’ çênake. -
KCK: Êriş çareseriyeke maqûl sabote dike
KCK'ê di mijara êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê de daxuyaniyek da û diyar kir ku êrişên bi vî rengî çareseriyeke maqûl sabote dikin û berxwedana li dijî êrişan silav kir. -
KCK: Ji bo bicihanîna Mutabaqata 10'ê Adarê divê hêzên siyasî hemû hewl bidin
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê têkildarî êrişên li ser Helebê daxuyaniyek da û bang li aliyên siyasî hemûyan kir ku ji bo bicihanîna Mutabaqata 10'ê Adarê hewl bidin û li dora maseyê vegerin. -
Li Amedê berfê bandor li xizanan kir
Li Amed a ku ji ber berfê jiyan sekinî, careke din xizanî nehate dîtin. Li navçeyên xizan gel nikare xwe bigihîne ceyran, av û xidayê; ji ber qutbûnan nikarin xwe germ bikin, fatûreyên giran û krîz hemû demsalan jiyanê zehmettir dikin. -
Rêvan çû û li ber xwe da
Ew der cihê te dixwest lê be. Ji bo hembêzkirina ruhê warekî ku dixwaze lê li ber xwe bide, te xwe amade dîtibû û bi wî rengî bi rê ketibû. Kelecan, coşa Rêvan, hesta berpirsyariya ji bo gel ji mirinê mezintir bû. -
KNK’ê banga piştgiriyê li gelên Îranê kir
Konseya Rêvebir ya KNK’ê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana li Îranê diyar kir û bang li raya giştî ya cihanê, hêzên demokratîk û dostên gelên Îranê kir ku bi hemû awayî piştgiriyê li gelê Îranê bikin. -
Wargeha Mexmûrê: Êrîşên li Helebê qirkirina li dijî Kurdan e
Xelkê Wargeha Mexmûrê êrîşên çekdarên hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şermezar kirin û destnîşankirin ku êrîşên li Helebê qirkirina li dijî Kurdan e. -
Mesûd Barzanî: Êrîşên Şamê sûcê mirovahiyê ye
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî êrîşên li ser taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê şermezar kir û got, “Nabe hebûna pirsgirêkên siyasî bibe sedema paqijiya nijadî.” -
Talebani: Hêzên me ji bo parastina gel amade ne
Serokê YNK’ê Bafil Talebani tekildarî hişyarî da hikûmeta demkî ya Şamê û got, “Hêzên me ji bo parastina gel amade ne. Pirsgirêk divê bi rêya diyalogê werin çareserkirin.” -
Hêzên dewleta Îranê di 11 rojan de 12 xwepêşander qetil kirin
Tora Mafên Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di 11 rojên xwepêşandanan de 12 xwepêşanderên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin û 200 xwepêşander jî hatine binçavkirin. -
HPG’ê şehîd Erdal, Avesta, Ekîn û Çekdar bi bîr anî
Hêzên Parastina Gel (HPG) Erdal Êrkendî, Avesta Çiyayî, Ekîn Sûr û Çekdar Tolhildan ên ku sala 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi bîr anî. -
KCK'ê şehîdên Parîsê bi bîr anî
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek da, şehîdên Parîsê bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da. -
Hevrêyên Huseyîn Aykol: Em ê penûsa wî rakin
Hempîşeyên rojnamevan Huseyîn Aykol ku tevlî şîna wî ya li Amedê hatiye danîn bûn, wiha gotin, “Me mîrateya mamoste Huseyîn dewr girt. Em ê pênûsa wî hilgirin.” -
Li Abdanan û Melekşahê gel kontrola bajar bi dest xist
Li Abdananê bi deh hezaran kes derketin qadan. Tevahiya bajêr ket bin kontrola gel. Hate ragihandin ku li Melekşahê jî hemû hêzên rejimê ji aliyê gel ve ji bajêr hatine derxistin. Çalakî berdewam dikin. -
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê wê bi hev re kar bikin
Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin serhildana gelên Îranê û ji bo bersiv ji rejîmê re bê dayin, divê gelên Îranê yek bin. Her wiha ragihandin ku wê karekî berhemdar û hevpar bimeşînin. -
YNK'ê Nizar Amêdî kir namzetê xwe yê Serokkomariya Iraqê
Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ji bo erka Serokkomariya Iraqê Nizar Amêdî kir namzetê xwe. -
HPG’ê ‘sê fedaiyên leheng’ ên li Zapê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Sarya Qamişlo û hevrêyên wê Brûsk Şêrawa û Pelşîn Baz ên ku Sibata 2025’an li Zapê şehîd bûn, bi bîr anî.