KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Zeviyên çandinî û xaniyên gundiyan tên 'desteserkirin'
Lêgerîna petrolê di 5 salên dawî de 35 hezar hektar zeviyên çandiniyê li Amedê tune kirin û dê 4 bîrên nû werin vekirin. Van projeyên ku li Bismil û Sîlvanê hatine plansazkirin, zeviyên çandiniyê û gundan dike bin xeteriyê. -
Îran, êrîşa li ser Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir
Serkonsolê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî êrîşa li dijî Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir û diyar kir ku ewlehî û aramiya xelkê Herêma Kurdistanê hedef digire. -
Pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî ya li Binarê Qendîlê bi coş bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî ya li Binarê Qendîlê bi gerandina govenda azadiyê bi dawî bû. -
Li Binarê Qendîlê Cejna Berxwedana Neteweyî: Kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye
Welatiyên ji çar parçeyên Kurdistanê ji bo pîrozkirina Cejna Berxwedana Neteweyî li Binarê Qendîlê li hev civiyan. Di pîrozbahiyê de hate destnîşankirin ku kilîda çareseriyê li Îmraliyê ye. -
Ji bo şehîdan li Mexmûrê merasîma bîranînê
Li Wargeha Mexmûrê ji bo Sabrî Tendûrek, Masîro Xabûr, Cîlo Gever, Ronî Baz Gever, Kerîm Avareş û Şervan Perwer merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
Tahîr Elçî li ser gora xwe hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê hate qetilkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Ji bo pîrozbahiya 27'ê Mijdarê bi hezaran kes gihîştin Qendîlê
Ji bo tevlîbûna li pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Neteweyî, bi hezaran kesên ku doh bi rê ketin ber bi quntara çiyayê Qendîlê ve diherikin. -
Gerîlayan Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin pîroz kirin. Gerîlayan tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan û govend gerandin. -
Tahîr Elçî di salvegera 10'emîn a qetilkirinê de hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di salvegera 10'emîn a qetilkirina xwe de bi merasîmekê hate bîranîn. -
Di lêpirsîna têkildarî kuştina malbata Kaya de kesekî din hate girtin
Di lêpirsîna têkildarî kuştina Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna Kaya û keça wan a 5 salî Samyelî Kaya de hejmara girtiyan bû 2 kes. -
Heyeta Iraqê wê serdana Qada Gazê ya Kormorê bike
Heyeta Iraqê ku gihîşt Kerkûkê, ji bo lêkolînkirinê wê serdana Qada Gazê ya Kormorê bike. -
Karakûş: Divê dema pêvajoya qanûnî destpê bike
Nivîskar Mehmet Karakûş ragihand ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re gaveke girîng û pêwîst bû û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê êdî dewlet sererastkirinên qanûnî bike. -
PKK dîrokeke berxwedanê ye
Gerîlayan salvegera damerandina PKK'ê pîroz kirin û anî ziman ku PKK dîrokeke berxwedanê ye, ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya ye. -
Li Mexmûrê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşek mezin hate pîrozkirin. -
Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe
Rêveberiya Tevgerê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir: Gelê me îro bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re di vê rêyê de ber bi azadiyê ve dimeşe. Bila kes gumanan neke; gelê me wê vê qonaxa dîrokî ya têkoşîna azadbûyînê bi serketî qezenç bike. -
Li Mako Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin
Koma Çand û Civakê ya Roj Cejna Berxwedana Neteweyî li bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê bi gerandina govendê pîroz kir. -
Nerazîbûna li hemberî êrişa li ser Qada Gazê ya Kormorê: Walî şermezar kir
Waliyê Silêmaniyeyê bang li hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê jî êrişk weke êrişeke 'terorê' pênase kir. -
Li Qoserê têkildarî kuştina malbata Kaya kesek hate girtin
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, di lêpirsîna têkildarî kuştina Mehmet Kaya, hevjîna wî Berna Kaya û keça wan a 5 salî Samyelî Kaya, kesek hate girtin. -
Li Qada Gazê ya Kormorê şewat
Şevê din di encama êrîşekê de li Qada Gazê ya Kormorê şewat derket. -
Gerîlayan Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Cejna Berxwedana Neteweyî ya Kurdan ku salvegera damezrandina PKK'ê ye pîroz kirin. Ji fermandarên HPG'ê Yaser Dersim got, "Em Rêber Apo fêhm bikin û destê wî xurt bikin." -
PKK ji bo paşerojeke azad ava bû
Gerîlayên HPG û YJA Starê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û gotin, "Bi saya têkoşîna çekdarî ya PKK'ê gelê Kurd jinûve ava bû. PKK ji bo afirandina paşerojeke azad û jiyaneke nû ya gelan ava bû." -
Li Mexmûrê ciwanan bi meşaleyan dîrok nivîsandin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ciwanan bi meşaleyan Cejna Berxwedana Netewî pîrozkirin. -
Gerîlayan Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin
Gerîlayên Azadiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Cejna Berxwedana Neteweyî bi çalakiyên cuda, bi coş pîroz kirin. -
PKK'ê nasnameya Kurd a azad afirand
Gerîlayê HPG'ê Delîl Tey û gerîlaya YJA Starê Zîlan Kobanê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û ragihandin ku PKK'ê bi têkoşîneke mezin nasnameya Kurd a azad afirand. -
Gerîlayên Ereb: PKK cewhera mirovahiyê ye
Gerîlayên Ereb: “Rêber Apo li ser bingeha azadiya vî gelî pêngava 27’ê Mijdarê avêt û tevger ava kir. Ev roj ji bo me wek sondeke, sondeke nû ye, rojeke nû ye. Ji bo wê jî em ti carî vê roja dîrokî jibîr nakin.”