KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şehîd Mirad Qendîl li Şengalê hat bibîranîn
Sersaxiya ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Mirad Qendîl li gundê Faw yê li ser sînorê Rojava û Şengalê hatibû danîn, di roja 3’emîn de bi dawî bû. -
Li Rojhilatê Kurdistanê 9 Kurd hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku hêzên rejîma Îranê di nava çend rojên dawî de bêyî biryara dadgehê 9 Kurd binçav kirine û aqûbeta van kesan nayê zanîn. -
Çetîn Arkaş: Azadiya Rêber Apo divê hîn bêhtir neyê taloqkirin
Çetîn Arkaş li Rihayê di civîna gel de axivî û got, "Em dixwazin ku beriya sersalê Rêber Apo bibe xwedî şert û mercên azad û karibe bi derve re têkiliyê dîne. Divê hîn bêhtir neyê taloqkirin." -
Li Mahabadê mirina bi guman a girtî Ebdulhadî Şêxpur
Li Girtîgeha Mahabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê girtiyê bi navê Ebdulhadî Şêxpur li şûna ku bê berdan, bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê biryara xurtkirina xizmetê da
Meclîsa Gel a Binarê Qendîlê li hreêma Sûredeyê civîneke berfireh lidar xist û ji bo xurtkirina xizmetguzariyê biryar da. -
Mîtînga 'Hêvî û Azadiyê ya li Amedê: Deklarasyon hate eşkerekirin
Ji bo mîtînga "Hêvî û Azadiyê" ku wê 4'ê Çileyê li Amedê pêk were, deklarasyon bi raya giştî re hate parvekirin. -
KNK’ê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir
Konseya Rêveber a KNK’ê tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kir û ragihand ku bi wergirtina vê xelata bi wate ya di qada futbolê de, navê Kurd û Kurdistanê li cîhanê deng vedaye. -
HPG NRÇ’ê şehîdên Zapê bi bîr anî
HPG NRÇ’ê gerîlayên ku sala 2022’yan li Zapê şehîd bûne, bi bîr anî û got, “Bi berxwedanî, wêrekî, fedekarî, pisporiya xwe ya di taktîkê de û ruhê fedaî yê Apoyî, Zap veguherandin keleha berxwedanê.” -
Alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihîşt Çemçemalê
Heyva Sor a Kurd alîkariyên gelê Rojavayê Kurdistanê gihand mexdûrên lehiyê yên li navçeya Çemçemalê. -
Teziya Çiya Farqîn bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin
Teziya gerîlayê HPG’ê Hacî Başaran (Çiya Farqîn) ku li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li navçeya Farqîna Amedê bi rengekî girseyî hat ziyaretkirin. -
YNK û PDK cara 14'an li hev rûniştin
Hevdîtina navbera YNK û PDK'ê ya li Hewlêrê bi dawî bû. Ti daxuyanî nehate dayin. -
Li Agirî civîna 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Di çarçoveya "Civînên Aştî û Civaka Demokratîk" de li Agiriyê bi beşdariya bi sedan kesî civîneke gel hate lidarxistin. -
FIFA’yê xelata alîgirên herî baş da alîgirên Zaxoyê
FIFA’yê alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê hêjayî xelata ‘Alîgirên Herî Baş ên Salê’ dît. -
Rapora ÎHD'ê: Li Tîpa T a Êlihê binpêkirinên giran li dijî girtiyên nexweş
Şaxê Sêrtê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan a 10-17'ê Kanûnê de raporek weşand û diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê binpêkirinên cidî yên mafên mirovan li hemberî girtiyên nexweş têne kirin. -
Li Amedê wê 4'ê Çileyê mîtînga 'Hêvî û azadiyê' bê lidarxistin
Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku li Amedê 4'ê Çileyê wê bi dirûşma 'Hêvî û azadî' mîtîngek bê lidarxistin. -
'Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê kirin'
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Serhed Rûken anî ziman ku divê haya dewleta Tirk ji rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk hebe û got, "Şerê taybet şerekî welê ye ku bi temamî li dijî civakê tê meşandin." -
Li Kerkûkê ji bo şehîd Çiyager Amed merasîma sersaxiyê hate lidarxistin
Li Kerkûkê ji bo gerîlayê HPG’ê şehîd Çiyager Amed merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Malbata şehîd got, “Ew ji bo azadî, gel û welatê xwe şehîd bû. Em serbilind in ku wî jiyana xwe ji bo azadiya gel û welatê xwe feda kir.” -
Hêzên Îranê 4 welatiyên Kurd binçav kirin
Hêzên Îstixbaratê yên Îranê li navçeya Şino bêyî ku hincetekê nîşan bide, 4 welatiyên Kurd binçav kir. Aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn. -
Rêxistinên mafên mirovan bang kirin: Rûbirûbûn nebe aştî jî nabe
Rêxistinên civakî yên sivîl, hiqûq û mafên mirovan li Girtîgeha Leşkerî ya Hejmara 5'emîn a li Amedê banga rûbirûbûna li êşkence û komkujiyan dubare kirin û xwestin, girtîgeh bibe muzeya mafên mirovan. -
HPG NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya mayînde hiştin
HPG NRÇ’ê 5 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi tevlîbûna bêdudilî, hevrêtiya kûr, sekna wan a zelal di xeta Apoyî de û israra di taktîka dema nû de, mîrateyek têkoşînê ya mayînde li pey xwe hiştin.” -
Karayilan: Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bû
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan Berfîn Nûrhaq bi bîr anî ku 13'ê Kanûna 2021'ê şehîd bû û got, "Hevala Berfîn fedaiya şoreşê bûn. Hezkirina wê ya ji Kurdistanê, dilsoziya wê ya ji nirxan re gelekî xurt bû." -
Li Licê li dijî narkotîk û fûhûşê meşeke girseyî hate lidarxistin
Li navçeya Licê ya Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li dijî narkotîk, fûhûş û "polîtîkayên şerê taybet" meşeke girseyî hate lidarxistin. -
Li Cizîrê bi sedan kesên beriya 10 salan hatine qetilkirin, hatin bîranîn
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sedan kesên di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin, hatin bîranîn. -
Ayaz Encu bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ji gundê Roboskî Ayaz Encu li nava wesayitê bi gumanbarî mirî hate dîtin. -
'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî nîşaneya mayindebûna karê hevala Feraşîn e'
Endamê Meclîsa PJAK'ê Aryo Berzen destnîşan kir ku şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' di encama kar û têkoşîna Feraşîn Bêrîtan û hevrêyên wê de li Rojhilatê Kurdistanê saz bû û got, ev şoreş nîşan dide ku karê wan kirine mayinde ye.