Hêzên Îranê 4 welatiyên Kurd binçav kirin
Hêzên Îstixbaratê yên Îranê li navçeya Şino bêyî ku hincetekê nîşan bide, 4 welatiyên Kurd binçav kir. Aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.
Hêzên Îstixbaratê yên Îranê li navçeya Şino bêyî ku hincetekê nîşan bide, 4 welatiyên Kurd binçav kir. Aqûbeta kesên hatine binçavkirin, nayê zanîn.
Li gorî nûçeya Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê di rojên borî de 4 welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Şino ya ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên Îstixbaratê yên Îranê ve hatine binçavkirin û ber bi cihek nediyar ve hatine birin.
Hat ragihandin ku di nava kesên hatine binçavkirin de kesek temenê wê di jêr 18 saliyê de ye û her çar kes bêyî fermana dadwer hatine binçavkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne; Serac Elyasî, Şaho Îbrahîmî, Ferhan Çopan û Şefîh Ehmedî.