KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
YNK û PDK'ê li ser avakirina hikumetê li hev nekirin
Endamê Buroya Siyasî ya YNK'ê Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku YNK û PDK'ê li ser karên parlamentê û avakirina hikumetê heta niha li hev nekirine. -
Daxuyaniya HPG-NRÇ a li ser operasyonên artêşa Tirk
HPG-NRÇ'ê diyar kir ku artêşa Tirk li Bakurê Kurdistanê li qadên Çewlîk, Amed, Herekol û Bestayê 14-15 û 19'ê Cotmehê operasyonên dagirkeriyê kir. -
Peyama dawî ya fedaiyan: Ji bilî serketinê rêyek din nîne
Peyama beriya çalakiyê yê endamên Tabûra Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn ku par li hemberî tesîsa TUSAŞ’ê çalakiyek fedaî pêk anîbûn, di Gerîla TV’yê de hat weşandin. Fedaiyan, dibêjin ji bilî serketinê rêyek din nîne. -
Leşkerên DYE'yê li Panamayê tatbîqat kirin, gelo hedef Venezuela ye?
Artêşa DYE'yê, di demekê de ku keştiyên şer li peravên Venezuelayê bi cih kiriye, li peravên Karabîkê yên Panamayê tatbîqatên saxmayinê û şerê tropîkal ê biçûk pêk anî. -
Ciwan: Em ji bo Rêber Apo li qadan e
Ciwanên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketin qadan, diyar kirin ku heta dewlet gavên biavêje ew ê li qadan bin. -
Xwişka girtiya 30 salan: Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn!
Xwişka girtiya 31 salan Ardil Çeşme ku berdana wê sê caran hate taloqkirin Asiye Seyhan got, "Mafê wan nîne ku vê êşê bi me bidin kişandin. Divê dawî li dîlgirtinê bê anîn." -
Li Mûsil û Şengalê di nava 9 mehan de 84 kesan dawî li jiyana xwe anîn
Li gorî daneyên fermî yên Tiba Edlî ya Mûsilê li parêzgeha Mûsilê 84 kesan dawî li jiyana xwe anîn ku 18 ji van Êzidî bûn. Li gorî daneyên Asayîşa Êzidxanê jî16 kesan li Şengalê dawî li jiyana xwe anîne. -
HPG-NRÇ’ê gerîlaya şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlya şehîd eşkere kir û got, “Hevrê Sila wê bi sekna xwe ya fedayiyane, têkoşîn, hevrêtî û cesareta xwe ya di şer de timî rê nîşanî me bide û em ê teqez armancên wê bi ser bixin.” -
‘Hevala Bêrîtan ji bo me xeta azadiyê diyar kir’
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Bêrîtan bi bîr anîn û gotin, Bêrîtan li dijî xeta koletî û teslîmiyetê sekneke fedayiyane raber kir û pîvana azadiyê diyar kir. -
Hêlîn Umît: Komîsyon heta ku hevdîtinê bi Rêber Apo re neke, wê ne cidî be
Endama Tevgera Apoyî Hêlîn Umît anî ziman ku ew komîsyona li meclîsê hatiye avakirin ji bo pêvajoyê weke pîvanekê dibînin û got, komîsyonek ku Rêber Apo muxatab nebîne, pê re hevdîtinê neke nikare cidî be. -
Çalakiya nobetê ya ji bo Rêber Apo di roja 825’an de ye
Çalakiya nobetê ya xelkê Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 825’an de, bi koma 161’an dewam kir. Komê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga xwedîderketina li pêvajoyê kir. -
Li Hewlêrê karkerekî jiyana xwe ji dest da
Li Hewlêrê karkerek ji înşaetê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. -
Çete gel bê av dihêle: Li Sûriyeyê krîza avê giran dibe!
Sekretera Kampanya Avê ya Hesekê Gulistan Îsa li ser pirsgirêka avê ya li Hesekê axivî û got, dewlet avê weke amûreke şer û sermayeyê bi kar tîne, lewma li herêmê dibe sedema krîzeke cidî. -
Dayikên Aştiyê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were
Dayikên Aştiyê ku li Amedê konferansa xwe ya sêyemîn lidar xistin, anîn ziman ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê Rêber Apo ye, lewma daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kirin. Her wiha ji dewletê xwestin, ku tavilê gavê biavêje. -
Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan sersaxî hate danîn
Ji bo gerîlaya YJA Starê Şîndar Zîlan (Zîlan Avşar) a ku hat ragihandin 8 sal berê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, sersaxî hate danîn. -
Demîr ê piştî 30 salan hate berdan li Amedê bi coş hate pêşwazîkirin
Ramazan Demîr ê ku li Çewlîgê di Cotmeha 1994'an de hate girtin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn, piştî 30 salan hate berdan û li Amedê bi girseyî hate pêşwazîkirin. -
HPG-NRÇ: Ew bûn afirînerên jiyana azad
HPG-NRÇ'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Ew bûn afirînerên jiyana azad û nû ku li Kurdistanê bi pêşengiya jin û ciwanan hate afirandin." -
Fermandarê fedaî ku çek, gotin û tembûra xwe yek bû: Şiyar Malatya
Şiyar Malatya di jiyana xwe de çek, gotin û tembûr ji hev cuda nedikir. Ji bo wî ev hersê jî amûrên cuda nebûn; hersê amûrên heqîqetekê bûn. -
Ertaş: Medya desthilatdariyê rastiyan berevajî dike
Mehmet Alî Ertaş medya Tirkiyeyê nirxand ku bi zimanê xwe jehrê dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got, "Medya desthilatdariyê civakê timî dixapîne. Yê nebaş baş, yê baş jî nebaş nîşan dide. Bi vî rengî civakê kerr, kor û lal dike." -
Endamê CPT’ê Osman: Dewleta Tirk daristanên Behdînanê talan dike
Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirkiye dest bi pêngaveke mezin ya talankirin û birîna daristanên herêma Behdînanê kiriye. -
Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber meşiyan
Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Apo meşiyan û gotin; “Em li piştî Rêbertiya xwe ne. Em ê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyên xwe bidomînin.” -
Taksîvan tevlî çalakiya ji bo Rojînê bû
Taksîvan ku ji bo piştgiriya bi çalakiya xwendekaran a ji bo Rojîn Kabaîşê xwestin bikevin kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê, li gel astengiya rektor jî tevlî çalakiyê bûn. -
Girseya gel sersaxî ji malbata gerîlayê HPG'ê Yaşar re xwest
Girseya gel serdana malbata gerîlayê HPG'ê Cengîz Yaşar a li Amedê kir û sersaxî jê re xwest. -
Ciwan ji bo Rêber Apo meşiyan: Heta azadiyê em ê têbikoşin
Li Amedê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me”şiyan û gotin: “Em ê bi Rêber Apo re bijîn û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê bênavber têbikoşin." -
Sersaxiyên ji bo şehîd Çiyager Amara û Zemanî Sûrûç didomin
Sersaxiyên ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê Arslan Kûtlû (Çiyager Amara) û Okkeş Akbalik (Zemanî Sûrûç) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatine danîn di roja duyemîn de bi serdanên girseyî didomin.