KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Li Herêma Kurdistanê 3 hezar zeviyên mayînkirî hene’
Dezgeha Mayînan a Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 3 hezar zeviyên mayînkirî hene û ragihand ku ji ber van mayînan heya niha 13 hezar û 500 welatî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. -
Meclisa Gelê Ereb a Şengalê tundiya li ser jinan şermezar kir
Meclia Gelê Ereb a Şengalê û Însiyatîfa Ciwanan a Erebên Şengalê bi daxuyaniyekê tundiya li ser jinan şermezar kir û banga azadiyê kir. -
‘Bêyî ku aşitî hebe dengê hunerê bilind nabe’
Solîstê Koma Amed Suleyman Çarnewa got: “Berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên hunermend û entelektuelan. Em wekî Koma Amed pêvajoyeke ji vir û şûnde jî ji bo aştî, xwîşk û biratî û yekîtiya gel gelan hilberînê bidomînin.” -
‘Hevrê Çekdar bi têkoşîna xwe bû şervanek layiqî rêxistinê’
Çekdar Bêzar di encamê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 19’ê Îlona 2019’an gihîşt şehadetê. Hevreyê wî yê têkoşînê yê HPG’î Bêzar Semsûr got: “Hevrê Çekdar bi sekn, tevlîbûn û têkoşîna xwe bû gerîlayekî layiqî rêxistinê û Rêber Apo.” -
Bi girseyî çûn serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê
Li Wanê gelek kes çûn serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê Zozan Ayaz. -
HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin
HPG-NRÇ’ê 10 gerîlayên tevlî karwanê şehîdan bûne bi rêzdarî bi bîr anîn û got: ‘’Em soz didin ku em ê bibin şopdarên hevrêyên xwe yên ku bi sekna xwe ya di jiyan û şer de mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştine.’’ -
Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye
Gerîlayên ku beşdadarî daxuyaniya dîrokî bûn, anîn ziman ku ew ji bo Banga Aştî û Civaka Demokratîk li qadê ne. Gerîlayan, destnîşan kirin ku ew pêşengiya civakê dikin û gotin, “Em vê pêngavê stratejîk dibînin; armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye.” -
Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt
Ji bo derbasbûna qonaxa duyemîn a pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk li Binarê Qendîlê pêngaveke dîrokî hate avêtin. A niha çavê her kesî lê ye ku li hemberî vê pêngava Tevgera Azadiya Kurd wê dewleta Tirk bersiveke çawa bide. -
Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî
Li Qendîlê di dema daxuyaniya dîrokî de dîmenên bi dronê… -
Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe
Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn ku beşdarî daxuyaniya pêngava dîrokî bû, diyar kir ku weke gerîlayên YJA Starê wan di pêvajoyê de roleke girîng girtiye ser xwe û got, “Em amadene her erk û berpirsyartiya ku Rêber Apo bide me bi cih bînin.” -
Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye
Yek ji gerîlayên azadiyê Çeko Ayhan ku tevlî pêngava dîrokî ya gerîla bû, got: “Pêngava esasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.” -
Sabrî Ok: Divê xebatên hiqûqî bên kirin
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok piştî daxuyaniya çapemeniyê bersiva pirsan da û got, “Bi hewldanên pir mezin ên Rêber Apo, em di qonaxeke pir girîng de ne. Tenê weke bersiva vê, divê hin sererastkirin û qanûnên taybet hebin.” -
Rêveberiya Tevgerê: Em hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin
Rêveberiya Tevgerê ragihand ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîne qonaxa duyemîn, hemû hêzên xwe yên gerîla vekişandin Herêmên Parastinê yên Medyayê. -
Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ciwanên Kurd hedef nîşan da
Serokê Lîsteya Eniya Tirkmen ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ya Kerkûkê heqaretê li ciwanên Kurd ên li Pirdê kir û wan weke “terorîst û têkber” binav kirin. -
Bêrîtan Hêvî di 33’yemîn salavegera şehadeta xwe de li Mexmûrê hat bibîranîn
Fermandar Bêrîtan Hêvî (Gulistan Karataş) di 33’yemîn salavegera şehadeta xwe de, li Wagrha Mexmûrê hat bibîranîn. -
Bi sed hezaran kes li konsera Koma Amed civiya
Li Amedê konsera Koma Amed a ku piştî 30 salan hate lidarxistin, bi beşdariya bi sed hezaran kesan pêk hat. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, da zanîn ku heta azadiya Rêber Apo pêk bînin ku armanca sereke ya pêvajoyê ye, wê têkoşîna wan bidome. -
Bi girseyî serdana sersaxiya şehîda berxwedana Cizîrê Gulan hate kirin
Cenazeyê Gulan (Gulcan Budak) a ku di sala 2016'an de li Cîzîra Botan şehîd bû, piştî neh salan ji goristana bêkesan a Rihayê hate girtin û li Kopê hate veşartin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kesên din beşdarî sersaxiyê bûn. -
Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek hate qetilkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişa hêzên dewleta Îranê de kolberek hate qetkirin, yek jî birîndar bû. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hate pirsîn
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, çalaki lidar xistin. -
Gerîlayên Azadiyê wê sibe gaveke din a dîrokî bavêjin
Gerîlayên Azadiyê sibe wê di çarçoveya banga Rêber Apo û biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê de gaveke din a dîrokî bavêjin. -
HPG-NRÇ: Çiyayên Kurdistanê kirin dergehê berxwedanê!
HPG-NRÇ’ê 9 gerîlayên şehîd bi bîr anîn û got, “Çiyayên Kurdistanê kirin dergehê berxwedanê û erka parastina rûmet û şerefa gelê me bi cih anîn.” -
Bi girseyî serdana şîna Şehîd Delîl hate kirin
Bi girseyî serdana şîna ku ji bo gerîlayê HPG’ê Delîl (Veysî Ekîncî) li Êlihê hate danîn, hat kirin. -
Li Amedê 6 ciwan hatin girtin
Li Amedê ciwanên ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya hedef nîşan dabû, hatin girtin. -
Li Kerkukê bi piştgiriya artêşa Iraqê hewla dagirkirina gundekî Kurdan hat kirin
Erebên koçber li gundê Heftexar a navçeya Dakuk a Kerkûkê, bi piştgiriya artêşa Iraqê û hêzên polîsan hewl dan bikevin erdê cotkarên Kurd. Di êrîşê de ciwanek hate binçavkirin. -
Cenazeyê şehîd Gulan piştî 9 salan hate wergirtin
Cenazeyê Gulan (Gulcan Bûdak) ku di berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîra Botanê de şehîd bû, ji Rihayê hate wergirtin û ber bi Mûşê ve bi rê ket.