Heyeta Çavdêriya Darayî li Herêma Kurdistanê ye
Şandeyeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê di çarçvoveya yasaya budceyê de ji bo çavdêrîkirina daneyên aborî yên Herêma Kurdistanê gihişte Herêma Kurdistanê.
Şandeyeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê di çarçvoveya yasaya budceyê de ji bo çavdêrîkirina daneyên aborî yên Herêma Kurdistanê gihişte Herêma Kurdistanê.
Medyaya Iraqê ragihand ku şandeyeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ji bo çavdêrîkirina daneyên aborî yên Herêma Kurdistanê di çarçvoveya yasaya budceyê de, gihişte Herêma Kurdistanê.
Hate diyarkirin ku biryar e şande lêkolîn û çavdêriya lîsteya dahat û xerca taybet ya çaryeka duyem ya îsal a Herêmê bike.
Her wiha hate ragihandin ku piştî temambûna karê şandeyê, wê raporeke hevbeş pêşkêşî her du hikûmetên demkî yên Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê bê kirin ku wê bandorê li têkiliyên aborî yên di navbera herdu aliyan de bike.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha çarenûsa mûçeyê meha 12’an a sala borî her wiha mûçeyê sê mehên îsal yê karmendên Herêma Kurdistanê nediyar e.