PDK gundê Lacanê vala dike

Hate ragihandin ku PDK li gundê Lacanê yê Hewlêrê bi rêya gef û zextê gundî ji malên wan derxistiye û gund vala kiriye.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rojnewsê, PDK’ê hêzek mezin şandiye gundê Lacan ya girêdayî Hewlêrê. Piştî hêzên leşkerî gihiştine gund, ji ber gef û zextên PDK’ê, xelkê gundê Lacan gundê xwe vala kirine û ji gundê xwe derketine.

Hêjayî gotinê ye di 29’ê Mijdarê (2025) de xelkê gundê Lacan çalakiyek derxistin û xwestin ciwanên wan jî li bîra neftê ya petrolê ya Lanaz werin tayînkirin. Xelkê gund li ser rê çalakî derxistibû û rêya bîra petrolê girtibû.

Piştre çekdarên PDK’ê bi guleyan êrişî gundiyan kirin û di encama êrişa çekdarên PDK’ê de ciwanek hatibû qetilkirin.

Piştî bûyerê PDK roj bi roj hêzek zêdetir dişîne derdora gund û gelek çek jî vediguhest gund.

Di encam de îro PDK bi gef û zextan gundê Lacan da valekirin.

Li gorî agahiyan niha nayê zanîn xelkê gund ber bi ku ve diçe û rewşa wan çawane.