PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran şandin Lacan û Xebatê 

Li gorî Rojnewsê, PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran li gundê Lacan û navçeya Xebatê bi cih kiriye. Niştecihên herêmê ji ber zext, lîsteyên binçavkirinê û qedexeyên medyayê bi fikar in. Di aloziya ku di 27’ê Mijdarê de dest pê kir de kesek jiyana xwe ji des

Li gorî çavkaniyên Rojnews’ê, PDK’ê îro hêzek mezin bi çekên giran û sivik li navenda navçeya Xebat û gundê Lacan bicih kiriye.

Ev yek di demekê de tê ku ev herêm piştî nakokiyên bi şîrketekê re, çend rojin di nav aloziyê de ye.

JI BO 110 KESAN BIRYARA BINÇAVKIRINÊ HAT DAYÎN 

Çavkaniyan ragihandin ku hêzên PDK’ê bi çekên doşka, BKC û wesayîtên leşkerî birine deverê. Hejmarek ji wan bi cilên sivîl jî belav bûne.

Çavkaniyan gotin: “PDK’ê bi hinceta van tevliheviyan dest bi girtin û şantajkirina welatiyên herêmê kiriye. Bi taybetî yên ku li dijî PDK’ê ne. Di vê çarçoveyê de, ji bo 35 kesan li gundê Lacan û 75 kesan li navçeya Xebatî yê Hewlêrê fermana girtinê hatiye dayîn.”

Çavkaniyan her wiha eşkere kirin ku hejmara xwepêşanderan nagihîje 75 kesan. Lêbelê, PDK û dezgehên wê yên ewlehiyê ji rewşê sûd wergirtine. Wan navên çendîn kesên dijberên xwe xistiye nav lîsteya girtinan ku ku tu eleqeya wan bi xwepêşandanan re tune ye.

GEL JI MALÊN XWE DERNAKEVIN 

Niştecihên van deveran ji ber bicihkirina hêzên PDKê bi fikarin û dan zanîn ku ew ditirsin, ji tirsa girtin û sûcdarkirinê, ew nikarin bi azadî ji malên xwe derkevin.

ZEXTÊN LI SER MEDYAYÊ ZÊDE DIBIN 

Çavkaniyan got; “Niha deverên navçeya Xebat û gundê Lacan ji bo rojnamevan û medyayên li derveyî PDK’ê bûne cihên herî xirab ku lê bixebitin. Xelk neçarin ku bi medyaya girêdayî PDK’ê re biaxivin û rastiyê veşêrin.”

GEL BANGA ALÎKARIYÊ KIR 

Niştecihên gundê Lacanê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî kirin ku alîkariya wan bikin. Her wiha daxwaza vekişandina van hêzên PDK’ê kirin da ku ew bikaribin bi azadî tevbigerin.

Her wiha xelk vê pirsê dikin: Gelo pirsgirêkên şîrketekê dibin sedema ku partiya desthilatdar bi vî rengî nêzîkî welatiyên xwe bibe?

PIŞTPERDEYA ALOZIYÊ 

Piştî nakokiyeke di navbera Şîrketa Lanaz û niştecihên gundê Lacanê de, di 27’ê Mijdara îsal de, li herêmê alozî derket. Piştî ku PDK’ê di dema hilbijartinan de soza xwe ya ji welatiyên Lacanê re dayî ne anî cih, ev pirsgirêk derket holê. Di encama vê aloziyê de, 10 welatî birîndar bûn û welatiyek hat qetilkirin.