KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Canpolat: Mafê hêviyê divê tavilê bi cih bê anîn
Kerem Canpolat anî ziman ku biryara 'Mafê Hêviyê' ya DMME'yê divê tavilê bi cih bê anîn û got, "Eger dewlet bi rastî jî aştiyê dixwaze divê azadiya aktorê bingehîn ê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan pêk bîne." -
13’emîn Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi dawî bû
Di konferansa Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de xebatên 2 salên dawî hatin nirxandin, plansaziya nû hat kirin û hevberdevkên komîteyê hatin diyarkirin. -
Şehîd Mahîr Destîna li Çarqurnê hat bibîranîn
Di sersaxî û çalakiya bîranînê ya ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şehîd Mahîr Destîna li bajarokê Çarqurne ya Silêmaniye hat lidarxistin de, malbata şehîd Destîna peyama, “Em ê têkoşîna xwe heta dawî di rêya şehîdan de bimeşînin.” -
Sersaxiya ku ji bo şehîd Şiyar Destîna Zana hat danîn, di dorpêça polîsan de hat qebûlkirin
Sersaxiya ku ji bo gerîlayê HPG’ê Şiyar Destîna Zana (Fesih Vural) ê di 2020’an de li Metînayê şehîd bibû, li navçeya Wêranşar a Rihayê hate danîn, tevî dorpêça polîsan jî ji aliyê malbat û gel ve hate qebûlkirin. -
Xelkê Mexmûrê: Em ê bi ruhê Kobanê têkoşîna Kurdistanê bidomînin
Li Wargeha Mexmûrê 11’emîn salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyanî hate dayîn û wiha hat gotin, “Em ê bi ruhê Kobanê têkoşînê li her çar parçeyên Kurdistanê bidomînin.” -
Li Colemêrgê pîrozbahiya Aştî û Civaka Demokratîk: Em ê xeyalên Ocalan pêk bînin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ragihand ku Rêber Apo gotiye, “Eger ez rojekî derkevim derve, ez ê berê xwe bidin Cîloyê û jiyaneke demokratîk ava bikim” û got ku ew ê ji bo vê armancê têbikoşin. -
Bi dirûşma 'Şehîd Namirin' serdana sersaxiya şehîd Rizgar Rojka kirin
Taziya gerîlayê HPG'ê Siracettin Kondu (Rizgar Rojka), yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi dirûşma "Şehîd namirin" hate ziyaretkirin. -
Gelek kesan berê xwe dan konê sersaxiyê ya şervana YPJ’ê Arîn Serhed
Ji bo şervana YPJ’ê Arîn Serhed a li Kobanê şehîd bû, li navçeya Qereçoban konê sersaxiyê hate danîn. Gelek kesan berê xwe dan konê sersaxiyê. -
Ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guler konê sersaxiyê hate danîn
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji bo gerîlayê HPG’ê Ferhat Guler (Argeş Bagok) ku li qada Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, konê sersaxiyê hate danîn. -
YNK: Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne
Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku pêkanîna hikumeta nû û hilbijartina serokatiya parlamentoyê ji hev nayê cûdakirin û got, “Baweriya PDK’ê bi şirîkatiyek rast nîne.” -
Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê
Rojnamevan Egîd Sîrwan endamên HPG-NRÇ’ê Aso Baran, Şîlan Ezgî, Tufan Sefkan, Azad Serxwebûn û Firat Tolhildan ên şehîd bûne bi bîr anî û got, “Ew bûn çav û zimanê gerîlayên azadiya Kurdistanê.” -
Li Çarqurneyê ji bo Şehîd Mahîr Destîna konê sersaxiyê hate danîn
Li Çarqurneyê gel serdana konê sersaxiyê ê gerîlayê HPG'ê Mahîr Destîna ku di berxwedana Xakûrkê de şehîd bûbû, kir. -
Bi girseyî serdana sersaxiyên 5 gerîlayên HPG'ê hatin kirin
Li navçeyên Bismil û Rezan ên Amedê ji bo 5 gerîlayên HPG'ê yên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne şîn hatin danîn û bi girseyî serdana sersaxiyan hatin kirin. -
Li Ranyayê wê ji bo şehîd Mahîr Destîna merasîma bîranînê were lidarxistin
Li bajarokê Çarqurne yê Ranyayê ji bo şehîd Mahîr Destîna (Rêşiwan Salih) merasîma bîranînê dê were lidarxistin. -
13. Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir
13. Konferansa Komîteya Malbatên Şehîdan a wargeha Mexmûr bi şîara “Li şehîdan xwedî derketin, bi avakirina civaka demokratîk û komînal pêkan e” destpê kir. -
HPG-NRÇ: Şopeke bêhempa ji dîroka me re hiştin
HPG-NRÇ’ê 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne bi bîr anî û got, “Sekna wan zelal a li ser rêgezên PKK'ê di dîroka têkoşîna me de şopeke bêhempa hişt.” -
Ji zimanê hevrêyên wî: ‘Armanca wî felsefeya Rêber Apo bi cihanê nasîn bû’
Kedkarên Ragihandina Azad Agir Tufan û Vejîn Ararat, diyar kirin ku armanca herî mezin a şehîd Tufan ew bû ku şoreşa Kurdistanê, jiyana gerîla, têkoşîna şehîdan û bi taybetî felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bi hemû cihanê bide nasîn. -
Li Îranê zext û binçavkirinên kêfî yên li hemberî Kurdan didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê hêzên dewleta Îranê welatiyek Kurd binçav kirin û ceza li 4 girtiyên siyasî birî. -
‘Em ê xwedî li mîrateya şehîdên Ragihandina Azad derbikevin’
Rojnamevan Çinar Goktaş şehîd Şîlan Ezgî ya ku 15’ê Tebaxa 2017’an li Zapê şehîd bû, bi bîr anî û got, “Em ê xwedî ked û mîrateya şehîdên Çapemeniya Azad derbikevin. Em ê vê kedê bi azadiya Rêber Apo encam bikin û bigihînin serketinê.” -
Talebanî: Divê rêz li hemberî taybetmendiya Rojava bê girtin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ku bi Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê re hevdîtin kir, geşedanên li herêmê nirxand û derbarê Rojava de wiha got, “Divê rêz li taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê were girtin û mafên gelê me di çarçoveya destûrek nû de werin parastin. -
Çalakvana Kurd Zîlan Kemanger li Kamyaranê hat binçavkirin
Hêzên ewlehiyê yên Îranê çalakvana Kurd a binavê Zîlan Kemanger li bajarê Kamyaran binçav kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku binçavkirin bêhiqûq e û agahî ji Kemangerê nayê girtin. -
YRD: Em ê pênûs û kamereyên we li erdê nehêlin
YRD’ê şehîdên ragihandina azad bi rêz bibîr anî û got: “Ji bo pêkanîna armanca we em ê pênûs û kamerayên we li erdê nehêlin û ji bo avakirina civaka azad û demokratîk a ku we dixwest em ê di bin rêberiya we de bêhtir bixebitin.” -
Şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Mexmûrê hatin bîranîn
Ji bo şehîd Axîn Cûdî û hevrêyên wê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî merasîma bîranînê hate lidarxistin. -
HPG-NRÇ: Bûn dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê
HPG-NRÇ’ê şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi awayekî herî bi bandor xîtabî hiş û dilê mirovan kirin û bûn hilgirên heqîqetê û dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.” -
Li Şengalê şehîd hatin bibîranîn: Li Şengalê jiyan bi saya şehîdan pêkan bû
Li Şengalê şehîdên mehên Îlon û Cotmehê hatin bibîranîn. Endama Saziya Malbatên Şehîdan Berfê Elyas got, “Eger îro li Şengalê jiyan hebe, ev bi saya fedakariya şehîdan e.”