KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê Şehîd Simko Dilpak li Binarê Qendîlê hat veşartin
Bi tevlîbûna malbatên şehîdan, welatparêz û gelek welatiyan cenazeye şehîd Simko bi merasîmeke heybet li Binarê Qendîlê hat veşartin. -
Li Wanê ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
Ji bo fermandarên gerîla Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de şehîd bûn, li Wanê mewlûd hate dayin. -
Ji bo malbata şervana YPJ'ê serdana sersaxiyê
Ji bo malbata şervana YPJ'ê Derya Çaglar ku li Tebqayê şehîd bû, bi rengekî girseyî serdana sersaxiyê hate kirin. -
'Jin bi yekîtiyê dikarin civaka azad ava bikin'
Gerîlaya YJA Starê Hêvî Azadî anî ziman ku li her devera cîhanê tundî û zext li jinê tê kirin û got, divê jin li hemberî êrişan bibin yek, tenê bi vî rengî dikarin civaka azad ava bikin. -
'Biryara hevdîtina bi Rêber Apo re divê bibe destpêka pêvajoyeke nû'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû biryara komîsyonê ya hevdîtina bi Rêber Apo re weke "gaveke erênî û pêwîst" nirxand û bang kir ku qanûnên derbasbûnê û azadiyê bêne derxistin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin. -
Karayilan qala Sabrî Tendurek kir: Lehengekî weke pola bû
Fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Sabrî Tendurek ê ku 28 salan ji Serhedê heta bi Botanê li gelek qadan wezîfe kir, bi dilsoziya bi welat û doza xwe, bi ked û fermandariya xwe 'Egîdê demê' bû ku cihê wî nayê dagirtin. -
Ciwanên Başûrî serdana Amarayê kirin
Nûnerên ciwanan ên Başurê Kurdistanê, di çarçoveya serdanên li Rihayê serdana Amarayê kirin. -
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê: Me bi PKK'ê hebûna xwe nas kir
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê Bawer Kobanê û Zeryan Rênas diyar kirin ku wan bi PKK'ê rastî û hebûna xwe nas kirin, rêya rast dîtin û niha jî di vê rêyê de wê têkoşîna xwe dewam bikin. -
Endamê mekteba siyasî ya YNK'ê: Em bi Rojava û hemû aliyên Kurd re ne
Seedî Ehmed Pîre yê ji YNK'ê piştgiriya xwe ya jib o Rojava û hemû aliyên Kurd dubare kir û destnîşan kir ku divê Kurd yek bin. -
HPG NRÇ’ê pêşengên Tevgera Apoyî Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr bi hurmet bi bîr anî
Hate ragihandin ku Endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê û Konseya Fermandariya HPG’ê Sabrî Tendûrek û Masîro Xabûr gihiştine şehadetê. HPG’ê NRÇ’ê fedaiyên pêşeng ên Tevgera Apoyî bi hurmetî, hezkirin, bêrîkirin û minetdarî bi bîr anî. -
PKK'ê berxwedaneke bêhempa afirand
Gerîlayên HPG û YJA Starê bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê axivîn û diyar kirin ku piştî damezrandina PKK'ê li Kurdistanê berxwedaneke bêhempa destpê kir ku 48 sal in dewam dike. -
'Çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê ji bo zemîna çareseriyê gaveke pêwîst e'
Mûrat Karayilan biryara komîsyona Meclîsê ya ji bo çûyîna Îmraliyê weke biryareke "rast û di cih de" pênase kir û got, ji bo rêveçûna pêvajoyê divê hevdîtin bi muxatabê esasî re bê kirin. Karayilan got, têkiliyên Kurd û Tirkan di asteke krîtîk de ye. -
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Gunduz hate ziyaretkirin
Konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê Cesur Gunduz a li Silopiya ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Talebanî: Bêyî YNK hikûmeta Herêma Kurdistanê nayê avakirin
Cîgirê serokê berê yê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku kabîneyeke bêyî YNK nayê avakirin û got, ew ê di hikûmeta nû ya Iraqê de ji bo çareserkirina krîza meaşên karmendên Herêma Kurdistanê bixebitin. -
Gerîlayan Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş pîroz kirin û salvegera damezrandina PKK'ê silav kirin. -
'Em fedaiyên Rêber Apo em ê ji bo hemû gelan civakeke komunal ava bikin'
Gerîlaya Azadiyê ya Kurdistanê Nûcan Mazlûm anî ziman ku bi mîrateya PKK'ê wê weke fedaiyên Apoyî ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelan civakeke komunal ava bikin. -
Ji ber ku kolan bê kontrol man, çete zede bûn
Li bajarên ku kolanên wê veguherîne navenda sûc, çeteyên bertîlê digirin, li mirovan dixin û bi kuştinê gefê dixwin, dibin sedema fikaran. Sûcên li navçeya Baglar a Amedê diqewimin mînakên şênber ên vê yekê ne. -
Parêzer Selçûk: Qanûnên entegrasyonê divê bêne amadekirin
Hiqûqnas Hasan Kendal Selçûk anî ziman ku Tevgera Azadiyê ya Kurd berpirsyariyên xwe yên li ser pêvajoya aştiyê bi cih anîn û got, divê dewlet qanûnên entegrasyonê amade bike. -
Cenazeyê xwendevanê zanîngehê ku winda bibû, li Çemê Sîrwanê hat dîtin
Cenazeyê xwendevanê ji Kelarê ku ev hefteyeke agahî jê nedihat girtin, di ava Çemê Sîrwan de hate dîtin. -
Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlayan
Bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Bozkûrt û gerîlaya YJA-Starê Neslîhan Akgul hate danîn, hate kirin. -
Gerîla Şoreş: Jiyana efsûnî bû nasîbê min jî
Gerîla Şoreş Serhed got: “Gava PKK tê gotin, edalet, wekhevî, jiyana exlaqî û polîtîk tê bîra mirov. Ez jî bi şans bûm ku ev jiyana efsûnî bû nasîbê min jî.” -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê a di 2017’an de şehîd bibû, li warê xwe hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Ayten Dêrik ku li Herekolê şehîd bû, li warê xwe Dêrikê hate veşartin. -
Li Binarê Qendîlê ji bo pîrozbahiya Cejna Berxwedana Neteweyî bang hat kirin
Melisa Gel ya Binarê Qendîlê ragihand ku ew ê di salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî de şahiyeke mezin li Binarê Qendîlê lidar bixin û banga tevlîbûna girseyî kir. -
Şaxê Amedê yê ÎHD'ê: Salekê zêdeyî 190 caran mafên zarokan hatin binpêkirin
Komîsyona Zarokan a Şaxê Amedê ya ÎHD'ê rapora "Binpêkirina Mafên Zarokan a Herêma Rojhilat û Başûrrojhilat a Rojhilat" eşkere kir. Li gorî raporê li herêmê herî kêm 192 caran mafên zarokan hatin binpêkirin. -
Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bîranîn
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên sala 2004'an ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, di salvegera 20'emîn a kuştinê de li ser gora xwe hatin bîranîn.