Ûgûr û bavê wî Ahmet Kaymaz li ser gora xwe hatin bîranîn

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, Ûgûr Kaymaz ê 12 salî û bavê wî Ahmet Kaymaz ên sala 2004'an ji aliyê polîsan ve hatin kuştin, di salvegera 20'emîn a kuştinê de li ser gora xwe hatin bîranîn.

Bîranîn li taxa Pirîketa pêk hat û endamên MEBYADER, nûnerên partiyên siyasî û xizmên malbatê tevlî bûn. Di bîranînê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.

Hevserokêw MEBYADER'ê Salîh Kûday anî ziman ku bav-kur heman piştî Roja Mafên Zarokan a Cîhanê hatin kuştin û got, di kuştina zarokên Kurd de polîtîkaya bêcezahiştinê dewam dike.

Kûday diyar kir ku eger kujer bihatina darizandin wê komkujiyên bi heman rengî dewam nekiribûya û bang li hikumetê kir ku rûbirûyê van bûyeran bê.

Dayik Makbûle Kaymaz jî bi bîr xist ku kurê wê yê 12 salî bi 13 fîşekan hate kuştin û got, "Eger sax bûya wê îro 33 salî bûya." Makbûle Kaymaz diyar kir ku wê kuştina kur û hevjînê xwe ji bîr neke.

Bîranîn bi dirûşm û duayan bi dawî bû.