BI DÎMEN

Gerîla Şoreş: Jiyana efsûnî bû nasîbê min jî

Gerîla Şoreş Serhed got: “Gava PKK tê gotin, edalet, wekhevî, jiyana exlaqî û polîtîk tê bîra mirov. Ez jî bi şans bûm ku ev jiyana efsûnî bû nasîbê min jî.”

Ji gerîlayên Kurdistanê Şoreş Serhed, bi wesileya 47’emîn salvegera damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Şoreş Serhed diyar kir ku salvegera îsal ji hemû salan girîngtir û watedartir dibînin û anî ziman ku piştî 47 salên têkoşînê ên bi serkeftinên mezin a PKK’ê, em bi pêvajoya Civaka Demokratîk û Aşitiyê yak u Rêber Apo da destpê kirin re derbasî qonaxeke nû bûne.

Gerîla Şoreş Serhat salvegera 47’emîn a PKK’ê li herkesî pîroz kir û wiha anî ziman: “Navê min Şoreş Serhed e. Ez salvegera 47’emîn a PKK’ê di serî de li Rêber Apo, bi taybetî şehîdên me yên qehreman, gelê me yê welatparêz, hemû gelên Kurdistanê, gelên enternasyonalîst, hemû hevalên me yên di zindanan de û hevalên me yên ku li çiyayan li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin pîroz dikim. Li ser vê bingehê, ji bo me pîrozkirina salvegera 47’emîn a PKK’ê, ji salên berê girîngtir e, divê mezintir û bi qîmettir were pîrozkirin. Bi taybetî jî bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin re li ser bingeha nirx û bîranînên ku bi keda têkoşîna salan a PKK’ê û şehîdên me hatine avakirin, xwedî li PKK’ê derketin û vê rojê pîrozkirin ji bo me gelekî watedar e.

Rêber Apo piştî têkoşîna 47 salan a PKK’ê ku bi serketinên mezin meşand, îsal pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin. Bi vê yekê re em derbasî qonaxek nû bûn. Li ser vê bingehê, têkoşîna li ser bingeha tecrûbeyên PKK’ê, rêbazên PKK’ê û nirxên PKK’ê tê meşandin, wekî ku Rêber Apo jî diyar kir PKK’ê hebûna Kurdan danî holê. Em ê jî li ser vê bingehê, têkoşîna azadiya Kurdistanê û gelên bindest bimeşînin. Ev pêvajoya heyî li ser van nirxan PKK’ê di dilê xwe de, ruh û mejiyê xwe de ji nû ve vejandin û mezinkirina têkoşînê ji bo me esas e.”

Şoreş Serhed bal kişand ku li ser tecrûbe û nirxên PKK’ê, têkoşînê di dil, rûh û aqil de ji nû ve bi jiyan û mezinkirin esas e û got, “Bi taybetî min bi xwe jî dema ku di nava PKK’ê de derbas kir û pratîka danî holê, ji nirxên nava PKK’ê bi bandor bûm. PKK’ê ruhê Apoyî, jiyana Apoyî, sosyalîst û komunal di me de ava kir. Wekî ku Rêber Apo pênase kir, PKK di dema qirkirin û dagirkeriya li Kurdistanê de derket ser dika dîrokê. Ji roja ku PKK derket holê û vir ve, PKK bi têkoşîna Apoyî ya 52 salan û têkoşîna partiyê ya 47 salan têkoşînek bênhempa û bêwestan meşand. Li ser vê têkoşînê nirxên bêhempa û gelekî mezin ava kir. Li ser van nirxan îro tevahiya Kurdistan û cîhan li Rêber Apo temaşe dikin. Rêber Apo têkoşînek mezin meşand. Êdî di têkoşînê de guhertinek çêkiriye. Bi vê yekê re têkoşîn wê ji her demê xurttir, çêtir, nûtir û serketîtir berdewam bike. Em di wê baweriyê de ne ku bi vê pêvajoya nû re, em ê heta dawiyê li mîrasa ku PKK’ê hiştiye derkevin, bi serketinên nû re nirx û ruhê PKK’ê di şexsê xwe de bi afirînin û di bîranîna şehîdên xwe de û di tevahiya dîroka Kurdistanê de serketina Kurdistanê misoger bikin. Helwest û biryardariya me li ser vê bingehê ye.”

WÊ JIYANA KU PKK AVAKIR BIDOME

Gerîla Şoreş Serhed, ji bo şervanên Apoyî yên ku felsefeya Rêber Apo dijîn û ji bo wê têdikoşin, mijara herî girîng wiha anî ziman: “Ez xala herî girîng a ji bo şervanên Apoyî yên ku ji bo felsefeya Rêber Apo dijîn û têdikoşin, bînim ziman. Dema ku behsa PKK’ê tê kirin, edalet, wekhevî, jiyana exlaqî û polîtîk tê hişê me. Wekî her milîtanekî Apoyî, ev jiyana efsûnî ya me ceriband bû nesîbê me. Ev jiyana Apoyî ku bi navê PKK’ê xwe dide nasîn û bîranînên ku neyên jibîrkirin hene û me jiyana PKK’ê ya ku bi rêbaza jiyanê xwe xweperwerde kir, jiyan. Nêzîkatiya PKK’ê ya ji bo jinê, xweza, jiyana azad û wekhev û felsefeya Rêber Apo ku di şexsê PKK’ê de cih girtiye, di her şaneya hebûna me û ruhê me de cihê xwe girtiye. Her çendî PKK hatibe fesixkirin jî û rêbazên PKK’ê yên têkoşînê guherîbin jî, jiyana PKK’ê û nirxên wekhevî, maf, hiqûq, edalet ku di nav civakê de ava kiriye wê her tim di ruhê me de diherike û wê her tim berdewam bike. Ev jiyan wê bi civaka demokratîk xurttir bibe. Em ê jiyana wekhev, azad, azadîxwaziya jinê û ekolojîk mezintir bikin û bidomînin.”